Siyasetvan Dr. Faîq Gulpî der barê yekîtiya neteweya Kurd de diyar kir ku hin hizbên Kurdan ji ber ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd re dibîne ji yekîtiyê dûr dikevin û bêhtir di xizmeta dewletên desthilatdar dikin. Dr. Gulpî bal kişand tecrîdkirina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got, hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin, di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye.
Siyasetvan Dr. Faîk Gulpî li ser rewş û xebatên yekîtiya Neteweya Kurd û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyivî. Gulpî bal kişand ser rewşa xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd û got: “Bi yekîtiya Kurdan, hêz ava dibe. Heger Kurd bibin yek, ew ê bibin hêz. Gelê kurd jî vê yekê dixwaze. Dixwaze bibe yek. Lê mixabin desthilatdarên Başûr, girîngiyê bi yekîtiya Kurd nadin. Ji ber ku ew wateyê nadin yekîtiyê bi qîmeta yekîtiya neteweyî ya Kurd nizanin. Ji bo Kurd nebin yek dijminên Kurdan dixebitin. Hewce ye hêz û hizbên Kurdan hay ji vê hebin û vê tehlûkeyê bibînin.”
Ocalan û PKK yekîtiyê diwazin
Gulpî îşaret bi wê yekê kir ku Ocalan û PKK jî yekîtiya Kurdan dixwazin û wiha dewam kir: “Rêber Apo û PKK dixwazin di nava gelê Kurd de yekîtiyê çêkin û ji bo vê yekê têdikoşin. PDK û hinek partiyên rojhilat li dijî vê hewldana PKK’ê disekinîn û beşdarî xebatên yekîtiyê û Kognreya Neteweyî nabin. Partiyên ku beşdarî yekîtiyê nabin, ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî beşdar nabin. Berjewendiyên hizba xwe di ser berjewendiyên neteweyî re dibînin. Ev partiyên ku dûr nêzîk disekinin her çend di gotinê de bibêjin em beşdar dibin jî di pratikê de gavan naavêjin. Ev partiyên ku bi fikar nêzîk dibin, dema têkevin bin baneyê dewletên desthilat ên wekî Tirkiye û Îranê ji bo xwe kêmasî nabînin. Lê dema bi PKK’ê re di bin baneyê Kongreya Neteweya Kurd de cih bigirin, ji bo xwe kêmasî dibînin û ji bo kongre pêk neyê, atengiyan derdixin.”
Kongreya Neteweyî ji bo her aliyî ye
Gulpî bal kişand ser girîngiya kongreya neteweyî û got, “Kongreya Neteweya Kurd tenê ji bo PKK’ê ye. Ji bo hemû partî u gelê Kurd e. Ev hizbên ku pirsgirêkan derdixin, pişta xwe nadin gelê xwe. Lê pişta xwe didin dewletên desthilatdar û wan ji bo xwe esas digirin. Bi fikra wan, heger ku dewletek dostê wan nebe, nikarin xwe li ser piyan bigirin. Baweriya wan bi wan nîne. Mînak dostê PDK’ê Tirkiye ye, dostê partiyên din jî Îran e û yên Rojava jî bi heman şêweyê baweriya xwe bi dewletên derve tînin. Dostaniya wan a bi dewleta yekser re dostaniyek yeksan nîne. Dostaniyeke ku dewlet serdestiyê li wan dikin û wan wekî amûr bi kar tînin. Lê haya wan ji vê nîne.”
Ocalan pêşniyazên herî maqûl dike
Gulpî bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo yekîtiya Kurd jî û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan li girtîgehê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bi pêşengiya hevserokatiyê bi pêş bikeve, pêşniyaz kir. Ev pêşniyazeke pirr maqûl e. Ji bo berjewendiyên gelê Kurd ev pêşniyaza hevserokatiya kongreyê, gaveke gelekî wadatedar û di cihanê de mînak e. Pêşniyaza wî ya şênber jî ji bo Mesûd Barzanî û Leyla Zana bû. Leyla Zana jî alîgirê PDK’ê ye. Ev yek nîşan dide ku PKK ne ji bo berjewendiyên xwe, lê belê ji bo berjewendiyên Gelê Kurd tevdigere. PKK ji çiya daket û li Kerkuk, Mexmûr û gelek deverên din parastina PDK, YNK´ê û gel kir. Ez bi xwe aligirê ti partiyan nînim.”
CPT bi erka xwe ranabe
Gulpî bal kişand ser rewş û fikrên Ocalan û xebatên ji bo azadiya Ocalan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Beriya bi 2 salan ji bo fikrên Ocalan û aramiya Rojhilata navîn Konferans pêk hatin. Ji gelek welatên rojhilata Navîn, ên wekî Misr, Tûnis, Libya, Iraq, Sûriye, Tirkiye û gelek welatên din delege beşdar bûn. Li ser ramanên Ocalan nîqaş meşandin. Li ser asta navneteweyî ji bo rewşa Ocalan û belavkirina fikrên Ocalan biryar hatin dayîn û pêşniyaz hatin kirin. Di heman demê de ji bo CPT´yê jî pêşniyaz hatin kirin. Me pêşniyazên xwe ji hikûmeta Tirkiye û CPT´yê re kirin. Ew qas dem dirêj agahî ji Ocalan nayê girtin. Di milê tenduristî de em ji rewşa Ocalan bi fikar in. Lê ji ber ku CPT bi dewleta Tirkiye û dewletên din ên desthilatdar ve girêdayî ye, peywira xwe ya li dijî êşkenceyê pêk naîne.“
Tecrîd nikare fikran sînordar bike
Gulpî herî dawi bal kişand terîdkirina Ocalan û got, “Her dem hewldana Ocalan ew e ku gelên Rojhilata Navîn û cihanê ji nava vî agirî derêxe. Hêj di van fikran negihiştine û ji bo gel di van fikran negihîje desthilatdar vê yekê asteng dikin. Parastina xwezayê û mafdayîna jinê, hêmanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkan in. Lê dijminên demokrasî û mirovahiyê rê nadin ku ev pergala çareseriyê têkeve meriyetê. Divê em hemû ji derve bixebitin ku fikrên Ocalan ên ji zindanê derdikevin, bigihînin hemû civakê. Derbaskirina benda hilbijartinê a HDP´ê jî derbaskirina fikrên Ocalan e. Bi tecrîdê êdî dijmin bi ser nakeve. Ji ber ku êdî fikrên Ocalan belav bûne, tecrîd ne çareseri ye.”
MA/SILÊMANÎ