Li gelek bajarên Fransayê li ser banga CDK-F û TJK-F´yê çalakiyên protestokirina tecrîdkirina Ocalan ên girseyî bi rê ve çûn. Di çalakiyan de bang li CPT´yê û saziyên pêwendîdar hat kirin da ku bi erka xwe rabin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya ku êşkenceya li Îmralî tine dibîne, li Parîs, Strasbourg, Toulouse, Giessen, Amsterdam, Marsîlya, Montpellîer, Draguignan û Pafosê bi çalakiyan hate prosesto kirin.
Parîs: Tevgera Demokratîk a Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) banga çalakiyan kir ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan. Çalakiya li paytexta Fransayê Parîsê, bi meşa ji Meydana Republiqueê dest pê kir. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tehlûkeyê de ye, berpirs ew in ku Ocalan bi komployê dan girtin” hilgirt. Çalakî li Meydana Bastille veguherî mîtîngê. Siyasetvan Fırat Varto li vir got, “Rêber Apo, rêberek e ku li Rojhilata Navîn ji tevahiya gelên bindest, jin û ciwanan re bûye hêvî. Em ê heta ku azadiya rêbertiya xwe misoger bikin, têkoşîna xwe her xurttir bikin û dewam bikin.”
Marsîlya: Li bajarê Fransayê Marsîlyayê, tecrîdkirina Ocalan bi meşekê hate protestokirin. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad û NCDK ya Marsîlyayê seat 15:00’an li meydana Canabier dest pê kir. Ciwan heta Meydana Vieux-Port meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ gotin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî li meydana Vieux-Portê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de bi axaftinan tecrîd, biryara DMME´yê û serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê hatin protestokirin.
Montpellier: Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Fransayê Montpellierê jî hate protestokirin.
Li ser banga NCDK’yê, Kurdistanî li Parka Peyrou Pitot civiyan û heta Meydana Comedie ya navenda bajêr meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî’, û ‘Kujer Erdogan’ hatin gotin.
Meş li Meydana Comedie veguherî mîtîngê û endamê Dîwana Hevserokatiya CDK-E´yê Cevat Guneş got; “Bila neyê jibîrkirin em hemû deyndarê Rêber Apo ne û heta ku em wî azad nekin, ewlehiya ti kesî ya jiyanê nîne û divê em li gorî vê tevbigerin. Biryara DMME´yê ya siyasî em şermezar dikin.”
Strasbourg: Ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan li ser banga CDK-F´yê, bi sedan kesên ji herêmên Alsace û Lorraineê li pêşiya gara navendî ya Strasbourg civiyan. Çalakger ji wir heta bi meydana Place Kléber meşiyan û pankarta li ser nivîsandî “em komploya 9´ê Cotmehê şermezar dikin” hilgirt. Çalakgeran bang li Konseya Ewrûpa û CPT´yê kir bi erka xwe rabin.
Toulouse: Li bajarê Fransayê Toulousê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji devera bi navê François Verdier heta bi meydana Jean d’Arc meşiyan. Çalakgeran komploya 9´ê Cotmehê şermezar kir û nerazîbûna xwe ji tecrîdkirina Ocalan îfade kir.
Sendîkaya perwerdeyê ya herêmê, Sud éducation31, bi rêya nûnerê xwe got, ew destekê didin têkoşêna gelê Kurd û ew ê piştgiriya xwe dewam bikin.
Draguignan: Bajarekî din ê Fransayê ku tecrîd lê hat protestkirin, Draguignan e. Kurdistaniyan li bajêr meşek li dar xist û wêneyên Ocalan hilgirtin. Di çalakiyê de hat gotin, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan wê bidomin.
Çalakiya bi pêşengiya NCDK û Ciwanên Azad, bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Giessen: Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Giessenê û dostên wan hem tecrîdkirina Ocalan protesto kir û hem jî serdana Erdogan û qebûla wî ya fermî li Elmanyayê protesto kir. Platforma piştgiriya Efrînê meşa protestoyê organîze kir ku ji Berliner Platzê dest pê kir. Di meşê de ji bo azadiya rojnamevanê Awusturyayî Max Zirngast jî wêneyên wî û peyama ‘#freemaxzirngast’ hatin hilgirtin. Meş li meydana Kirchplatz bi dana peyamên şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û rûreşkirina qebûla fermî ya Erdogan li Elmanyayê bi dawî bû.
Amsterdam: Li bajarê Holandayê Amsterdamê, tecrîdkirina Ocalan û biryara DMME´yê ya tine dîtina êşkenceya li Îmraliyê, bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin. Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê hatin gotin. Di mîtîngê de serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê jî hate protestokirin.
Pafos:Li bajarê Qibrisê Pafosê, bi heman armancê çalakî hebû. Di çalakiyê de bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî tecîrdkirina Ocalan û êşkenceyê bi erka xwe rabin. Çalakgeran bi belavkirina belavokan jî merama xwe îfade kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN