DENÎZ ÎKE ANF/AMED Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Tecrîd êdî vediguhere şerekî psîkolojîk û li ser gelan tê ferzkirin.” Ertan diyar kir ku ev 20 sal in tecrîdeke bi rêk û pêk li ser Ocalan tê ferzkirin û got, “Tecrîd niha hatiye şidandin. Ev çend sal in bi taybetî jî ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin. Polîtîkaya ku li Îmraliyê tê meşandin dûrî hiqûqê ye.” Şerê psîkolojîk li dijî gelan e Bedîa Ozgokçe Ertan anî ziman ku tecrîd veguheriye polîtîkayeke berfireh û ev polîtîka ji aliyê hêzên împeryal û hegemonîk ve hatiye kûrkirin. Ertan ragihand ku tecrîd êdî li derveyî sînor jî li ser gelan tê ferzkirin û got, “Mercên giran ên şer hem li Tirkiyeyê li ser gelê Kurd, hem jî li Rojava di êrîşên dijî Efrînê de xwe nîşan dan. Hewl didin ku li çar parçeyên Kurdistanê tecrîdê li ser tevahiya gelê Kurd ferz bikin.” Parlamenter Bedîa Ozgokçe Ertan destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan, şerekî giran ê psîkolojîk li ser gelan tê ferzkirin û got, “Mirovekî ku bi milyonan însanî weke îradeya xwe ya siyasî ragihandiye û wê weke lîderê xwe dibînin, li hucreyekê di nava şert û mercên giran de tê hiştin. Ev yek jî nîşan dide bê ka tecrîda li dijî Ocalan çiqasî bi rêk û pêk e.” Dengekî xurt li dijî tecrîdê Ertan diyar kir, tecrîd polîtîkayeke li dijî îradeya gelan e û bang li hemû gelan kir ku li ber vê polîtîkayê rabin. Ertan got, “Ya ku dikeve ser milê me ew e; piştgiriya hemû hêzên ku bi hêviya paşeroja hevpar dixwazin bi hev re bijîn, dewam bikin û ji bo rakirina tecrîdê dengekî xurt derxînin.”