
Bi hezaran kesên ji 7 salî heta 70 salî li ber deriyê Şaredariya wargeha Ş. Rustem kom bûn, heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û pişt re heta Navenda Çand û Hunerê meşiyan. Di meşê de gel bê navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Bijî berxwedana 14'ê tîrmehê" berz kirin. Meşa ku ji berderiyê Şaredariya Mexbûrê dest pê kir, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi dawî bû. Girsê li vir ji bo kesên di têkoşîna aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt.
Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Ş.Rustem Kendal Kara daxuyaniya çapemeniyê xwend. Kara, bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 354 rojin bi parêzerên xwe hevdîtin pêk nayne û tenê çend roj mane ku salek vê tecrîdê tijî bibe. Dewlet Tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze bi astengkirina hevdîtinan li navbera gel-gerîlla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bendan ava bike û bivê rêbazê hem tola xwe ji Kurdan rake hem ji bi tecrîdkirinê têkoşîna azadiyê lewaz bixe. Lê gelê Kurd bi şikandina tecrîda girankirî, herwiha ji bo azadkirina rêber APO li ber xwe daye. Bêguman gelê Kurd herdem bi îradeya xwe ya xurt tevgerîya ye, têkoşîn bilind kiriye û ji doza xwe gav paşd e neavêtiye. Gerîllayên azadiyê bi çalekiya Şitaza-Oremar û çalekiyên din yên li seranserê welat û Tirkiyê hêza gerîlla û asta gihiştiyê bi awayek zelal raxistiye ber çavan. Bi vî awayî daye diyarkirin heya Rêber APO azad nebe, jiyan li me herame."
Kara balkişand ser rêxistin û sazîyên Ewrûpa ku van pêkanînan ji nedîtî ve tên û bêdeng dimînin û wiha axivî: "Ji bervê yekê weke gelê wargeha penaberan em dîsa bang li tevahiya welatên Ewrûpa û saziyên wê dikin ku dest ji berjewendiyên xwe yên aborî berdin, têkoşîna Gelê Kurd a bi maf bibînin û ji bo gelê Kurd bigehîje mafên xwe yên rewa li ser Tirkiye zextan pêkbînin. Pêwist e welatên Ewrûpa û saziyên têkildar baş bizanin ku ya li Îmraliyê tê meşandin ji derveyî zagonên wan e û pêkanînên li ser Rêber Apo ji derveyî exlaqin. 14'ê Tîrmehê ku 30'emîn salvegara şahadeta pêşengên PKK'ê yên çalekiya Rojiya Mirinê van hevalan û tevayî şehîdên Kurdistanê em bi bîrtînîn. Kesayetê weke Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf ku navê xwe bi tîpên zêrîn dayîn nivisandin bi rêzdarî bi bîrtînin."
Herî dawî gel bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana 14'ê Tîrmehê' bi tîlîlî û çepikan dawî bi çalekiya xwe anîn."
MEXMÛR