Di çargoşeya Gladyoya Qesrê, MÎT, DAIŞ û Artêşa Tirk de, tecrîda li Îmralî, li tevahiya Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê hatiye belav kirin.
Di vê çargoşeya faşîzan de, “odeya şerê taybet” jî heye û bi dijwarî kar dike.
Ev dezgehên qirêj, bi her cure çek, amûrên tunekirinê êrîşî gelê Kurd dikin. Herî dawî, hêzên aştî û demokrasî jî hedef girtin û komkujiya li Enqerê pêk anîn. Di vê pêvejoyê de, tecrîd îzolekirin û bêdengkirina dengê birêz Ocalan bû, û ji bo kiryarên li Bakurê Kurdistanê, têkiliya MÎT û DAIŞ'ê kamufle bikin bû. Sansur, îzolasyon û ambargo ligel hev, kirin pratîkê. Piştî komkujiya li dijî aştî û demokrasî jî, li metropolên Tirkiyê, li dijî medya û rojnamevanên muxalif tecrît, îzolasyon û sansur kirin, dane dest pê kirin.
Ev ne pejna dewsa faşîzmê, faşîzm bi xwe ye.
Ji ber vê çendê, divê raya giştî ya xwedî wjjdan û li dijî faşîzma AKP'ê, li dijî tecrîda li Îmralî, bêyî dereng bimîne dengê xwe bilind bike (Heta em bêjin bes derengmayîn çêbûye). Divê ker kes baş zanibe ku tecrîda Îmralî, destpêka faşîzma AKP'ê ye.
Ji sedema kiryarên bê perwa û kujerî, wêrankeriya li Bakurê Kurdistanê, meşrûiyeta desthilatdariya AKP'ê li Bakurê Kurdistan nemaye. Piştî komkujiya li dijî aştî û demokrasî meşturiyeta desthilatdariya AKP'ê û serokkomar Erdigan li tevahiya Tirkiyê hate nîqaş kirin.
Êdî AKP'ê nemaye partiyek siyasî, aidiyeta nasyonalîzma naziyan dike
Piştî komkujiya li dijî aştî û demokrasî, sansurê medya muxalif, êrîşên li dijî rojnamevan dijwar bû: Erdogan piştî wê jî, li dijî demokrat, rewşenbîr, akademisyen û nivîskaran Tirkiyê, gotina “mankurt” bi kar anî û ne hat-i mudafa, ne sath-i mudafa ji xwe re hişt.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu, ji bo kesên komkujiya Enqerê pêkanîn, got; “Çend kesên dijber, yan jî xwedî niyeta xerab” bi nav kirin.
Hîna li bîra me ye, Erdogan jî, di destpêka şerê li Iraqê de, çeteyekî ji Tirkiyê, ku di nava çeteyên El Qaîde de hate kuştin, gotina “şehîd” bi kar anî.
Ev jî dide xuyakirin ku ji roja roj, AKP'ê, têkildarî çeteyên El Qaîde, El Nusra, DAIŞ û komên çete ku ew bi destê xwe avakirin, li Sûriye û Iraqê dane şer kirin e. Dewleta kontra û çeteyên kontra, îro jî têkildarî hev in, û li dijî gelê Kurd û tevhiya gelan şer dikin.
Di êrîşên çeteyên MÎT û DAIŞ'ê de, di êrîşên kontrayên Qesrê û Artêşa Tirk de, li navçeyên Bakurê Kurdistanê, kuştin, wêrankirina cihûwaran bê perwa didomê. Ev kiryar, dîmenên hêzên Hîtler li Polonya û Fransa tînine bîra mirov.
AKP'ê û Erdogan, bi riya medya û dadgeriyê tecrîd û sansurê kiryarên faşîzan ji raya giştî vedişêre. Bi dengekî vekirî dibêje, “Heta yek terorist bimîne, emê şer bidomînin” Terorîst jî, gelê Kurd e. Vê jî bi qirkirina siyasî, komkujiyên li dijî gel dike. Piştî her bombardumanê çeteyên Qesrê û Artêşê pîroz dike. Hitler jî, di her êrîşa li dijî bajar û welatan de, lingê xwe li erdê dida û serketina xwe bi xwînê îlan dikir.
Vêce: Tecrîda li Îmralî, di eniya siyasî, civakî, medya, dagderî de hatiye belav kirin. Ligel ku, dengê medya muxalif û alternatif tê sansur kirin, medya Erdogan û AKP'ê, 24 saetan li dijî Haraketa Azadiya Kurd, li dijî HDP'ê propagendeya Gobelswarî dike.
Gelo demokrasî çawa tê kuştin û faşîzm çawa dest pê dike? Doh li Iraqa Saddam parlamento hebû, li Suriye Esed parlamento hebû, li Almanya Hitler û Îtalya Musollînî parlamento hebûn, lê faşîzm û tîrantiya wan kesan jî di pratîkê de bû.
Tecrîda li Îmralî, 4 sal derbas kirin. Tecrîd, îro jî li Bakurê Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê, li bi hêza dadgerî, medya, burokrasî û siyasî hatiye berfireh kirin. Erdogan, dasa xwe ferehtir avêt û xwest di aliyê dîplomasî de jî tecrîdê bidê dest pê kirin.
Li Tirkiyê, hiquq, mafê mirovan, edalet, exlak, siyaset, ademiyet û gotin hatine kuştin.
Gelo cûdatiya Tirkiyê û Iraqa Saddam, ji Suriya Esed, Almanya Hitler û Itlalya Mussolînî ji hev çiye? Gelo tenê nav in? Yan jî, bi yek gotinê faşîzm e!...
Navê faşîzmê, bi gotine “demokrasiya taybet ya şer” jî nayê bi navkirin, faşîzma demokratîk heye, faşîzma reş heye. Doh AKP faşîzma demokratîk bi kar dianî, îro faşîzma reş bikar tine.
Eger bingeha tecrîda li Imralî çargoşeya Gladyoya Qesrê, MÎT, DAIŞ'ê û artêşê Tirk be, ev tê wateya ku sîstema Îmralî, biqasî faşîzma Mussolînî û Hîtler xedar e. Ji ber ku girtigehên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirine dezgehên tunekirinê. Gelo cûdatiya van kiryaran ji ya Hitler û kampên tunekirinê çi heye?
Hey hawar gidîîî, divê em Kurd jî bi cesaret bin û nave vê sîstema faşîzan rast bikar bînin.