
Her wiha, di daxuyaniya ciwanan de hate wiha hate gotin;" Em êrîşên û cînayetên hikumeta AKP'ê qebul nakin. Cwanê Kurd wê bi rihê serkeftinê li ber xwe bidin. Em bi karanîna çekên kîmyewî nehlet dikin. Hin lîstikên welatên dagirker li dijî gelê Kurd hene. Kurd xwedî vîn û felsefeya Rêber Apo ne. Wê ne bi çekên kîmyewî û ne jî bi listokan têk biçe."
Di xwepêşandan ciwan de pankartên li ser nivîsandî: “Ciwanên Apocî wê ji dijmin re secde neke”, “Wê bi rihê serkeftinê li ber xwe bide”, “Hêza Ciwana di Yekîtiya wan de ye”, “Ciwan pêşengê Xweseriya Demokratîk in”, “Tohildan, tolhildan” hildan. Her wiha dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Namire Namire Rustem Cûdî Namir”, “Tohildan, Tohildan” û “Azadî Azadî” hatin qêrîn.
Hêjayî gotinê ye ku beşekî mezin ji ciwanê keç beşdarî meşê bûbûn.
ANF/HELEB