
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê tîrmehê de bi parêzeran xwe re hevdîtin pêk anî bû xwestibû şert û mercên „bi awayekî azad tevgerandin, tenduristî û ewlehiyê“ bê amadekirin, hevdîtina Ocalan piştî wê rojê heta niha hate astengkirin. Li dijî astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re siyasetmedarên Kurd û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî nerazîbûn nişan dan. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk bi bîr xist ku dewlet bi salan e dixwaze Kurdan bitirsîne û wiha got: „Mafên Kurdan ji dest hatiye girtin. Niha jî rêberê wan xistine bin tecrîdê. Kurd vê yekê qebûl nakin. Dê li kolanan û qadan nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Di pêvajoya ku diyalog tê meşandin de kirina vê yekê tê wetaye tecrîd vegeriyaye tehdîdê. Kurd vê yekê qebûl nakin û Kurd dê tecrîdê dê bibin rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê.“
‘Bila tecrît bê rakirin’
Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku di qeydên dengan ê ku derketine holê de tê xuyakirin ku dewlet bi Qendîlê re hevdîtinê pêk tîne û xwest ku muzakere di çarçoveya aştiyê de bidome. Tan diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û xewst ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd heyetek bê amadekirin. Tan da zanîn ku di heyetê de divê ji BDP, CHP, AKP nûner cih bigirin û hem bi Îmrali û hem jî bi Qendîlê re hevdîtinê pêk bînin û wiha berdewam kir: „Tenê bila çareserî bibe. Bila tecrîda li Îmraliyê tecrîd bê rakirin û bi Îmraliyê ve hevdîtin dest pê bikin.“
‘Tecrît çareserî nîne’
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şemsettîn Koç jî diyar kir ku Tirkiye bi tecrîde nikare tu pirsgirêkan çareser bike û wiha berdeawm kir: „Demên borî jî tecrîd hate jiyîn, alozî derket, pevçûn û mirin qewimîn. divê rayedar vê yekê fêm bikin ku kesekî ku Kurd xwedî li wî derdikevin di bin tecrîdê de be dê li dijî vê nerazîbûn hebe. Em naxwazin mirin çêbini. Kûrkirina tecrîdê pirsgirêkan çareser nake. Em dixwazin aştî pêk bê. Heke hûn tecrîdê kur bikin nikarin tu pirsgirêkeke çareser bikin.“
‘Derveyî peymanan e’
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku tecrîd ne hiqûqî ye û derveyî peymanên navneteweyî û mafên mirovan e. Tahmaz got ku dewlet tecrîdê dike mijara bazarê lê ev yek ne rast e. Tahmaz anî ziman ku divê ji nûve pêvajoya hevdîtinan dest pê bike.
AMED - DÎHA
Li Amedê tecrîd hat şermezarkirin
Li navçeyên Amedê Karaz, Sur û Farqînê astengkirina li pêş hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Li taxa Tekelê ya Farqînê gelek kesên di nav de endam û rêveberen BDP’ê, endamên meclîsa şaredariyê hebûn, kom bûn. Girseya li vir kom bû, ber bi Qada Azîzoglu ve bi meşaleyan meş pêk anî. Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK’ê gel gel li vire’, ‘Bi can bi xwîn em bi teranê ey Serok’, ‘Ocalan’, ‘Bijî Partîya Karkerên Kurdistan’ hate berz kirin. Hin welatiyan li pencereyên malên xwe bi çêpikan piştgirî dan meşê. Meş li Qada Azîzoglu bi dawî bû. Li ser navê girseyê Serokê BDP’a Farqînê Ahmet Çîftçî, daxuyanî da. Çîftçî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û operasyona leşkerî. Çîftçî, operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest dawî li operasyonan bê. Piştî daxuyaniyê girsê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ belav bû.
BDP’a navçeya Karazê ya Amedê, bi bomeya operasyonan şermezar bike û astengiyên li pêş hevdîtina bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi dawî bibe, li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP’a Karazê Abdullah Yaşar, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: „Divê tecrîda li ser Rêbere PKK’ê birêz Abdullah Ocalan bi lezgîn bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan muhatap bê girtin û dîsa diyalog û muzakere dest pê bikin. Êdî sebra gelê Kurd nemaye.“
Li navçeya Sûrê gelek kesên ku li ber mala Dengbêjan li hev kom bûn, bi armanca asteniya li pêş hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike, meşek bi meşaleyî pêk anîn. Komê di meşê de li fîrfîrk û tenekeyan xist û heta Dêra Meryem Ana meşiyan. Komê di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Nêzîkatiya Ocalan, hinceta şer û aştiyê ye’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Em dê cîhana beyî Ocalan bi serê we de hilweşînin’ berz kirin. Komê piştî meşê dawî li çalakiyê anî.
Li navçeya Yenîşehîra jî beriya ku bi heman armancê çalakî pêk bê, polîsan bi ser mala meclîsa taxê de girt. Hate zanîn ku di serdegina avahiyê de gelek kesên li malê hatin binçavkirin.
Gel ji bo ‘Azadiya Ocalan’ derketin kolanan
SÊRT: BDP’a Sêrtê jî bi heman armancê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP’ê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên ÎHD, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, MKM, MEYADER û STAY-DER û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê komê Serokê BDP’ê yê navçeya navendî Gurî Toprak daxuyanî da. Toprak jî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û operasyona û xwest tecrîd û operasyon bi dawî bibin.
MISIRC: BDP’a navçeya Misircê jî bi heman armancê li kolana Hunerê ya Misircê çalakiya rûniştinê pêk anî. Serokê BDP’a Misircê Hasan Polat, xwest ku operason bi dawî bibin û dawî li tecrîdê bên.
QOSER: Li qada Azadiyê bi sedan kesên ku kom bûn operasyon û tecrîd şerezar kirin. Komê di lehê PKK’ê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dirûşme berz kir. Hevseroka BDP’a Qoserê Gurbet Tekîn, bal kişand ser tecrîda liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwest tecrîd bi dawî bibe. Komê pişt re çalakiya runiştinê pêk anî û belav bû.
ŞIRNEX: BDP’a Şirnexê jî tecrîd û operasyon bi meşekê şermezar kir. Girseya ku li ber avahiya BDP’ê ya Şirneşxê kom bû meşek pêk anî. Di meşê de Serokê BDP’a Şirnexê Abit Îke, Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, Şaredarê Sêrtê Emîn Togurlu, endam û rêveberên BDP’ê ji ber avahiya BDP’ê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Girsê bê navber dirûşme berz kirin. Piştî meşê 33 saziyên sivîl ên civakî yên ketin „Nobeta Aştiyê“ jî hiştgirî dan meşê. Li vir jî bi daxuyaniyekê tecrîd û operasyon hate şermezarkirin.
SILOPÎ: BDP’a Sîlopiyê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP’ê ya Sîlopiyê çalakî pêk anî. Bi sedan welaityên ku li ber BDP’ê kom bûn, li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di çalakiyê de dirûşmeyên „Ocalan“, „Bijî Serok Apo“, „Bê serok jiyan Nabe“, „Êrîş me bêzar nakin“ û „PKK gel e, gel li vir e“ berz kirin. Endamê BDP’ê Hasan Atak, bang li hikûmetê jî kir û xwest tecrîdê rake û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re muzakereyê dest pê bikin.
GEVER: Bi sedan kesên ku li ber avahiya Girtîgeha berê kom bûn bi meşek meşaleyî tecrîd û operasyon şermezar kirin. Bi sedan kesên ku ku di navde endam û rêveberên BPP’ê endamên Meclîsa Şaredariyê û Şaredara Berê Rûken Yetişkîn jî hebû heta Otela Oslo meşiyan. Girsê bê navber dirûşmeyên „Bijî Serok Apo“, „Em dê Cîhana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin“ berz kirin. Girse piştî dîsa gihiştin ber avahiya Girtîgehê ya berê belav bûn û dawî li çalakiyê anîn.“