Newroza 2019´an li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi kelecaneke mezin hat pîrozkirin. Doh jî şêniyên kantona Girê Spî bi dirûşmeya “Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” Newroza xwe li dar xist.
Şêniyên kantonê bi cilên xwe yên gelêrî yên çanda pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan, reng dan pîrozbahiya Newrozê.
Piştî rêzgirtinê dayikên şehîdan bi meşaleyan agirê Newrozê li meydana şahiyê pêxist.
Her wiha li qada şahiyê peykerê Kawayê Hesinkar, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ, QSD`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Piştre, bi navê Meclisa Kantona Girê Spî hevserokên wê Hêvîn Îsmaîl û Hemîd Ebid, bi navê Meclisa Sûriye Demokratîk Ferhad Şiblî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mihemed axivin. Piştî axaftinan komên stran, dîlanên gelêrî û şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin.
ANHA/ GIRÊ SPÎ