Parlamenter Dundar: Gel ne tenê rakirina tecrîdê dixwaze, di heman demê de azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Ji ber ku ev azadî ne tenê ya Ocalan, dê bibe azadiya Rojhilata Navîn. Tecrîdkirina girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dike. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve parêzer û ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve jî malbat nikare Ocalan bibîne. Nêzî 2 salan e ku bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Lewma tirs û fikarên li ser rewşa wî zêde dibin. Parêzeran heta niha 774 caran ji bo hevdîtinê miracaet kir, lê yek ji van jî nehat qebûlkirin. Malbat û parêzer her hefte ji bo hevdîtinê miracaetî rayedaran dikin, lê her carê tê redkirin. Ji Jinnewsê Zeynep Durgut li ser mijara tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê, Pero Dundar re peyivî. Alî Koçer ji ANF´ê jî bi Parêzer Mazlûm Dînç re peyivî, ku got, ev 7 sal in ku ew nikare muwekilê Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. Divê deriyê Îmraliyê vebe Parlamentera HDP´ê ya Mêrdînê Pero Dundar got li ser mijarê got, “Bi girankirina tecrîdê re pergala tecrîdê birêxistin kirin. Di şexsê Ocalan de gelek û welatek hatiye tecrîdkirin. Tecrîdê gelek bi zanebûn û îdeolojîk didin meşandin. Di dema muzakereyan de pêşiya pirr tiştan hat vekirin. Di dema hevdîtinên bi Îmraliyê re şer û şidet kêm bû.  Lê piştî ku hevdîtin bi dawî bûn, li welat şer derxistin. Ev şer şerê dewletê ye, lê dixwazin bikin şerê gelan. Li aliyekî nijadperestiyê pêş dixin, aliyekî din jî eskeriyê pêş dixin. Bingeha van rewşên neerênî hemûyan şer û tecrîd e. Di tecrîtê de israr di qetilkirin, kuştin,girtin, binçavkirinê de  israr e.”   ‘Azadiya Ocalan azadiya  gelan e’ Pero Dundar anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan dê civakê di warê guhertinê de pirr serketî bike û wiha pê de çû: “Gel ne tenê rakirina tecrîdê dixwaze, di heman demê de azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Ji ber ku ev azadî ne tenê dê bibe azadiya Ocalan, dê bibe azadiya Rojhilata Navîn.” Pero Dundar di dawiya axiftina xwe de bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî girankirina tecrîdê bi hêstiyarî tevbigerin: “Divê civak li hemberî tecrîdê çavê xwe jî û guhê xwe jî veke. Divê em li hemberî tecrîdê bêdeng nemînîn.” Ji rewşa awarte û wêde ye Parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç jî bi bîr xist ku ji bêbextiya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran heye û got, “Tecrîd carinan hîn bêhtir hate şidandin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi temamî hate qedexekirin. Ev yek li dijî hiqûqê ye.” Parêzer Dînç da xuyakirin ku ji qanûnên li Tirkiyeyê heta biryarnameyên dema Rewşa Awarte, ti zemîn ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran nîne û got, ji bo astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê bi girtî û hikumxwarekî re, ti madeyeke qanûnî nîne. Dînç bi bîr xist ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hevdîtina malbatê û parêzeran a hin girtiyan heta radeyekê hate astengkirin, lê belê dema mijar bû Birêz Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ev yek bi temamî weke biryarekê hate nirxandin. Hemû maf hatin binpêkirin Parêzer Dînç got, ji bo rakirina tecrîdê, ew bi salan e ku têdikoşin û wiha dewam kir: “Bi miracaetên hiqûqî, hem di hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî de em têkoşîna xwe didomînin. Heta niha me encameke erênî bi dest nexist. Ji ber ku mesele veguheriye meseleyeke siyasî. Azadî û mafên bingehîn ên Birêz Ocalan weke şantaj û malzemeyeke bazarê di siyasetê de tên bikaranîn. Astengkirina hevdîtinên parêzeran û malbatê encama vê helwêstê ye. Mafên nivîsandina nameyan û axaftina bi rêya telefonê yên bi Birêz Ocalan bi salan e ku tên astengkirin.”  NAVENDA NÛÇEYAN

Ne xema CPT´yê ye

Parêzerî Ocalan Mazlûm Dînç bi bîr xist ku der barê tecrîdê de wan gelek caran miracaetî saziyên pêwendîdar ên navneteweyî kiriye, mehane rapor ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re şandine û hevdîtin bi wan re kirine. Dînç got, CPT heta niha bi xurtî neketiye nava liv û tevgerê û got, “Beriya sala 2011’an CPT raporên xwe yên li ser serdanên li Îmraliyê eşkere dikirin. Di raporan de qedexekirina hevdîtinên heftane bi tundî dihate rexnekirin û pêşniyaz dikir ku astengiyên li pêşiya hevdîtinan bên rakirin. Lê belê CPT li ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a 7 salan, helwêsteke cidî nîşan nade. Ev rewş nîşan dide ku ew li gorî hevsengiyên siyasî tevdigerin. Bi vî awayî zerar li cidiyeta saziyên bi vî rengî dibe. Ji ber ku saziyên weke CPT di peymanên xwe de, pêşîgirtina li kiryarên xerab û êşkenceya li girtîgehan weke mîsyona xwe ya sereke û sedema hebûna xwe nîşan didin. Lê em nabînin ku bi vê mîsyona xwe radibin.”