Bi beşdarbûne dehan kesan li Salona Azadî li bajarê Hewlêr semînerek bi mebesta tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin. Seminer bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane des pê kir. Di semînerê de Endamê Meclisa PÇDK’ê Perwîn Hesen wek axafvan beşdar bû. Hesen da zanîn ku saleke tecrîtek giran li Rêberê gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ev bi destê dewletên wek DYA û YE pêk tê. Hesen ev tişt got: “Rêberê me ev 13 sale di bin tecrîtek giran de dijî û ev saleke jî kes nizane rewşa wî çawa ye. Em wek gelê Başûrê Kurdistanê vê tecrîta şermazar dikin û dibêjin hûn nikarin îrade me tecrit bikin. Gelek kes îro dibêje çima li ser Rêber Apo tecrit heye. Rêber Apo ne ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Mavîn û cîhanê jî çareseriya desnîşan dike. Ji bo wê hemû hêzên kapîtalîst di vê tecrîdê de cihê xwe digirin.”
Endamê Meclisa PÇDK’ê Perwîn Hesen diyar kir wan ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heta niha gelek çalaki lidarxistine û wiha pêde çû: “Îro li rojhilata navîn azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo biye yek. Me berî niha jî got ku heta Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe.” Hesen êrîşên dewleta tirk ên li ser xwepêşandinê Amedê jî bi bîrxist û dazanîn ku ew êrîşên hovane yên li ser parlamenter û gel bi tûndî şermazar dikin.
HEWLÊR