Piştî ku zarokan li malê dest bi perwerdehiyê kir, di malê de jî guhertinek çêbû. Dayik û bav û hemû endamên malbatê jî êdî ketin bin bandora Kurdî. Gelek malbat dîsa li zimanê xwe yê dayikê vegeriyan. Li bajarê Amedê ji sedî 70 bi Tirkî diaxivin. Ji ber vê yekê zarokên diçin dibistana Kurdî berpersiyareke mezin didin ser malbata xwe.
DÎCLE MUFTUOGLU / LEZGÎN AKDENIZ / MA / AMED
Derhênerê filma “Her Malek Dibistanek” Ardîn Dîren ku bi vê berhemê hewl dide têkoşîna ziman û bihurîna ji astengiyên li pêşiya zimanê Kurd îfade bike, diyar kir ku bi xebata “Her malek dibistanek” ew dikarin tecrîda li ser zimanê Kurdî bişikînin û ziman azad bikin. Dîren, bi gotina Mamoste Ferzad Kemanger a “Dilê min di sînga zarokên li dibistanê li ber xwe didin de lêdide” girîngiya dibistanan a ji bo zarokan îfade kir.
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, di 14’ê Îlona 2014’an de li navçeya Baxler a Amedê dest bi xizmeta perwerdehiya ziman kir. Sala 2016’an bi fermana Walîtiya Amedê û Biryara Midûrê Perwerdehiya Bajêr, dibistan hat girtin û mohrkirin. Derhêner Ardîn Dîren li ser xebat û têkoşîna Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, filmek çêkir. Dîren, têkoşîna xwendekarên vê dibistana ku piştî hat girtin û li malên cuda perwerdehiya xwe dewam kirin, kir mijara filma xwe “Her Malek Dibistanek”. Derhêner Ardîn Dîren bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ser girîngiya ziman û li ser naveroka filmê axivî.
Ji bo Kemanger û malên dibistan
Ardîn Dîren li ser girîngiya naveroka filmê dibêje, “Kesayetiya Ferzad Kemanger û têkoşîna wî bandoreke mezin li ser min kir. Dema di sala 2010’an de ew hat bidarvekirin, ez girtî bûm. Wê demê min der barê wî de hin têbînî nivîsîbûn. Ew têbînî hêj li malê ne. Li Amedê li ser navê wî dibistan hatibû vekirin. Wê demê min navê dibistanê bihîst. Lê derfetê min ê ez bêm dibistanê bibînim çênebûn. Piştî hat girtin, derfetên min çêbûn û min çû ji derve dîmenên dibistanê girtin. Dema dibistan li Amedê vebû, li Cizîr, Gever û cihên din jî vebûn. Lê cihê Dibistana Ferzad Kemanger di nava Kurdan de cuda bû. Ji ber ku Ferzad di nava têkoşîna Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Piştî ku dibistan hat girtin, min xebata ji bo vê dibistanê li xwe ferz dît. Min xwest hem Ferzad Kemanger û hem jî dibistana wî bidim naskirin.
Piştî dibistan hat girtin, li malan xebat û perwerdehiya xwe dewam kir. Me navê belgefilma xwe jî ji navê xebata wan girt û me kir “Her malek dibistanek“. Ji ber ku piştî dibistan mohr kirin, her malek kirin dibistanek. Nêzî 30 xwendekarên wê hebûn. Mixabin piştî dibistan mohr kirin beşek ji xwendekaran dîsa vegeriya dibistanên dewletê. Beşek xwendekar jî li vê dibistana malê perwerdehiya xwe dewam kir. Di pêvojoyeke wisa de perwerde dewam kirin. Diviyabû ev têkoşîn û xebata ji bo ziman bê dîtin. Diviya bû ev xebat û belge di hafizaya Kurd de cih bigirta. Bi vê armancê me ev belgefilm çêkir.”
Belgeyeke berxwedêran
Ardîn Dîren da zanîn ku dema bi zarokan re roportaj kir, hemûyan qala dibistana xwe û bibîraninên xwe dikir: “Xuya bû ku pirr ji dibistana xwe hez kirine. Dibistana Ferzad bandorek pirr mezin a erênî li ser derûnî, ziman û jiyana wan kiribû. Yekem car Kurd bi zimanê dayikê perwerde dibûn. Lê piştre qeyûm hatin, polîsan dibistan girtin û mohr kirin. Li hemberî vê êrişê em dibînin sekneke berxwedêr heye. Bi “Her malek dibistanek” Kurdan nîşan da ku Kurd ne bê çare ne û li ber xwe dan. Niha li malan perwerdehiya zarokan dewam dike. Divê her kes vê bawerî û berxwedana li dijî êrişa li ser zimanê Kurdî bibîne.”
Ev zarok pirr paqij û xweşik in
Ardîn Dîren dibêje, ji ber ku ev bûyer bi çavê xwe dîtine, li dibistana xwe xwedî derdikevin: “Ew hêza xwe ji perwerdehiya ziman digirin. Ev zarok bi perwerdehiya pergalê nebûne, pirr paqij û xweşik in. Bi pergala Kurdî perwerde bûne. Ev baweriya wan a li hemberî wan pirr zêde dike. Nihêrîna wan a jiyanê û sekna wan bêtir hêviyê dide mirovan. Dema mirov sekna wan û jiyana wan dibîne, bi hêsanî dikare bêje, ziman wê bê parastin û bi pêş bikeve. Ez bawer dikim ku ev belgefilm wê ji bo malbatên din ji bibe mînak.”
Derhêner Ardîn Dîren, tîne bîra xwe ku di nava malbatan de gava bi zarokan re dipeyivî, peyvên berê yek bi yek hatine bîra wî û wiha dewam dike: “Piştî ku zarokan li malê dest bi perwerdehiyê kir, di malê de jî guhertinek çêbû. Dayik û bav û hemû endamên malbatê jî êdî ketin bin bandora Kurdî. Gelek malbat dîsa li zimanê xwe yê dayikê vegeriyan. Li bajarê Amedê ji sedî 70 bi Tirkî diaxivin. Ji ber vê yekê zarokên diçin dibistana Kurdî berpersiyareke mezin didin ser malbata xwe. Zarok dibin sedem ku hemû endamên malbatê rojane bi Kurdî biaxivin. Dema min ev dîmen dît, min hêz jê wergirt. Ev dibistan bi vê yekê dibêje, ‘ez li vir im. Tu min bigirî jî tu nikarî zimanê min bi min bidî ji bîr kirin.”
Ardîn Dîren da zanîn ku li dibistanên malan, mamoste, dêûbav û xwendekaran beranberî hev kolektîvîzmeke pirr baş ava kiriye: “Ev mînak e. Divê civak jî hemû li hemberî hev wisa berpirsiyar tev bigere. Ev hêzê dide. Heger ev mînak bê bipêşxistin, civaka Kurd wê bêtir bi hêz û ruh bibe.
Têkoşîna Ferzad Kemanger, xeyalên wî û dilê wî di dilê zarokên Amedê de lêdide. Xeyalên wî di dilê zarokên Amedê de dijîn. Mînakeke wisa bû sedem ku ez bêtir bi hêvî li paşerojê binihêrim. Ferzad Kemanger, di dilê me, mejiyê me û hunera me de de dîsa vedije. Niha tecrîdek heye. Ev tecrîd li ser her tiştî bandorê dike. Ev rewş ji Dibistana Ferzad Kemanger ne cudatir e. Tecrîda li Îmraliyê girêdayî tecrîda li hepsê ye. Li dijî nasnameya te siyaseteke qirêj tê meşandin. Dewlet nasnameya te qebûl nake. Ji ber vê yekê zimanê te, wêje û hunera te bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dema em qala zimanê Kurdî bikin, em nikarin ji vê rewşê cuda rahêjine mezelê. Ji ber vê yekê, tecrîda li ser ziman, wekî doh îro jî dewam dike. Divê hemû siyasetvan, rewşenbîr, welatparêz û hemû zimanhez divê hesasiyetê nîşan bidin. Divê hem li dijî tecrîda li ser ziman û hem jî li dijî tecrîda li ser hebûnê, dengê xwe bilind bikin”