Malbatên girtiyên bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne, li Edenê çalakiya rûniştinê kirin û xwestin tecrîd rabe.
Malbatan ji bo ku daxwazên zarokên wan bên bi cih anîn doh tevî parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllarî, rêveberên HDP, DBP, HDK û TUAYDER´ê yên Çûkûrovayê û gelek kesan li Parka Îsmet Înonu çalakiya rûniştinê kir. Polîsan dor li parkê girt, yek bi yek nasnameya kesên beşdarî çalakiyê bûn kontrol kir.
Ligel astengiyên polîsan jî li ser navê girseyê Latîge Aydin axaftinek kir.
Zilm heye
Aydin got: “Tecrîdkirina Ocalan, li ser hemû gelan e. Girtiyên me dibin zilmê de ne û rastî heqaretan tên. Em dayik in û kezeba me dişewite. Hemû girtî parçeyek ji canê me ne. Ew zarokên me ne û zarokên vî gelî ne. Vê zilma li ser Ocalan bi dawî bikin. Em ê her roj li meydanan bin. Bijî berxwedana zindanan.”
MA / EDENE