Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li navçeya Êlihê Hezoyê, li pêşberî bi hezaran kesî peyivî û nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocalan da. Temellî, ji hikûmet û wezareta dadê xwest tecridê rakin û got, “Heta ku tecrîd bidome, li vî welatî wê bê hiqûqî û bê edaletî jî bidome.” Axaftina Temellî, bê navber bi dirûşmeya “Bê serok Jiyan nabe” hat qutkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li bajarokê Kaniya Henê yê navçeya Êlihê Hezoyê, beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê bû. Temellî, di merasima vekirina Buroya Hilbijartinê de ji aliyê hezaran kesî ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Temellî pêşwazî kir. Piştî Temellî gihişt ber buroya hilbijartinê hêjmara girseyê mezin bû û gihişt bi hezaran kesî. Li gel Temellî, Namzetên hevşaredaran û parlamenterên HDP’ê jî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Temellî, piştî ku gel silav kir, lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ew xistiye ber, rexne kir. Temellî got, çiqas lêpirsînan dest pê dikin, bila dest pê bikin, lê di encamê de heqîqet wê bi ser keve û wiha peyivî: “HDP dê bi ser bikeve.”
Temellî, serê pêşî, polîtikayên AKP’ê yên tecrîdkirina Îmraliyê û Ocalan rexne kir û got: “Divê hûn berî her tiştî, tecridê rakin. Berpirsiyarê tecrîdê Îqtîdar e. Heta ku ev tecrîda mutleq bidome, bê hiqûqî û bê edaletî dê li Tirkiyeyê dewam bike. Ji ber ku tecrîd, çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd asteng dike. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe jî li vî welatî ti pirsgirêk çareser nabin. Ji ber ku tecrîd ranebe û pirsgirêka Kurd çareser nabe, her roj pirsgirêk zêde dibin.”
Bi hezaran girtî di grevê de ne
Temellî paşê behsa grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê kir û wiha peyivî: “Hevseroka KCD’ê Birêz Leyla Guven 132 (îro 133) roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Bang li hemû cemaweriya Tirkiye û cihanê dike. Em deng li dengê wê zêde bikin û bêhtir dengê wê bilind bikin. Ev têkoşîna edalet û hiqûqê ye. Îro bi hezaran girtî li girtîgehan bedena xwe daye ber mirinê û di grevê de ne. Doh (pêr) me hevalekî xwe ji dest da. Tecrîdê rakin. Li vir cane mirovan li holê ye. Mijara edalet û hiqûqê ye. Beriya bi 4 salan, maseya çareseriyê rakirin. Beriya bi 4 salan maseya hevditinê ji holê rakirin û tecrîda mutleq dan destpêkirin. Ji wê rojê ve bê edaletî û bê hiqûqî serdest e.”
Kurdan û HDP´ê dikin hedef
Temellî, xwest li dijî faşîzmê hevgirtinek çêbe, û bi hevre di hilbijartinê de faşîzmê têk bibin. Temellî, anî ziman ku serokê AKP´ê Tayyip Erdogan “Ewil ji Kurdan re got ‘Bicehimin biçin’. Niha jî ji HDP’iyan re dibêje, ‘Ev terorîst in’ û hem Kurdan û hem jî HDP’ê dikin hedef. EM dibêjin em gel in. Gel li vir e.
Em dê dengê HDP’ê li her derê bilind bikin. Ji ber ku dengê heqîqetê ye. Heqîqet û HDP wê bi ser bikeve.” Temellî, heri dawî bang li Gelê Hezoyê jî kir û got, HDP li gelê Hezoyê tê û wiha peyivî: “Ji ber vê yekê yên hilberînin û yên bi rê ve bimbin dîsa em bi xwe ne. Hezo Ya Me Ye. HDP partiya heviyê ye. Her ku hêvî mezin bibe rêya aşti û demokrasiyê dê vebe. De tecrîd û faşîzm jî bişike.”
Di dema axaftina Temellî timî dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat gotin. Temellî paşê çû Qubînê.
MA / ÊLIH