WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ye Rihayê çalakiya „Pêncşema Reş“ li ber avaxiya Xizmetê ya Şaredariyê ya li taxa Kişlayê hate lidarxistin. Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, nûnerên Tum Bel-Sen û Genel-Îşê, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên Rêxestina BDP’ê ya Wêranşarê û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê komê nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê ya Wêranşarê Hîkmet Burun axivî û got ku gel ne xwînê aştî û biratiyê dixwaze. Burun destnîşan kir ku li şûna operasyonan divê muzakere bên destpêkirin.
PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Wêranşarê çalakî li ber avahiya şaredariyê hate lidarxistin û xebatkarên şaredariyê, rêveberên BDP’ê û xebatkarên Tum Bel-Sen û Genel-Îşê beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta „em şaredarê xwe dixwazin“ hate vekirin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Pirsûsê Mehyet Kayhan di çalakiyê de axivî û got ku hikûmeta AKP’ê şer gur dike, heke bi vî rengî difikirin ku dê têkoşîna azadiya Kurdan têk bibin xwe dixapînin.
PEYAS: Xebatkarên Şaredariya Peyasê jî cara 84’emîn çalakî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya Xizmetê ya Şaredariyê hate lidarxistin û Cîgirê Şaredarê Peyasê îhsan Avci, Dayikên Aştiyê, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê komê Wekîlê Şaredar Mahmut Dag axivî û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd zêdetirî 2 salan in li girtîgehê têne girtin.
QOSER: Li navçeya Qoserê jî ji bo siyasetmedarên Kurd ên ku hatine girtin çalakî hate lidarxistin. Wekîla Şeradar Şerîfe Alp, Hevsereka Rêxistina BDP’ê ya Qoserê Gurbet Tekîn, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn. Aslan Başboga li ser navê komê daxuyanî da û got ku kesên ku nûnerên gelê Kurd digirin qey dibêjin ew ê bi ser kevin lê ew ji bîr dikin ku têkoşîna 30 salan a gelê Kurd çiqas nirx afirandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN