
KCK’ê destnîşan kir ku divê çarçoveyê de 4 hefte ne ku parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinê pêk bînin û got; “Tam di çar hefteyan de parêzerên Rêbertiya me 8 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê di her carekê de rewşa hewayê an jî xirabûna kosterê kirine hincet û parêzeran vegandine. Lê her kes dizane ku ev dereweke mezin e. Di rastiyê de bi biryara Serokwezîr û AKP’ê nahêlin parêzer biçin giravê û Rêbertiya me di tecrîdê e ye. Li vir girgireyek a dewletan ji xwe şerm nake derewan dike. Bi vî awayî bêrêziya xwe ya li hemberî rayagiştî û gelê Kurd didomîne.“
Şerê psîkolojîk
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku di demek wiha de zextên li ser Ocalan zêde bûn de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî dest pê kirin û wiha didome: “Di encama vê topbarana ku ziyanek mezin dide gelê belengaz ê başûrê Kurdistanê, gelek xanî, avahî, pir hilweşiyane, rê xera bûne, bax, baxçe û daristan şewitîne, ajal telef bûne, goristanan gerîlayan ziyan girtine. Di encama van hemû êrişan de, weke me gotibû 3 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di encama êrişa hewayî di 21’ê tebaxê de li ser Qendîlê pêk hat de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kesên sivîl hatine şehîdkirin.“
Di daxuyaniyê de têkildarî peyamên Serfermandariya Artêşa Tirk jî wiha hate gotin: „Serfermandariya Arteşa Tirk dema ku bilançoya 6 rojan daxuyand di daxuyaniyê de got ku di navbera 90-100 de gerîla hatine kuştin 80 jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên herêmê û gerilayan gel daye zorê ku bibin mertalên zindî. Ligel vê daxuyand ku ji bo sivilan hessasiyetê nişan didin û sivil zirarê nedîtine. Ev daxuyaniya Serfermandarê Arteşa Tirk bi armanca şerê derûnê tên kirin ku derew in li hember civakê heqaret e.“
Her wiha derbarê çalakiya Mertalên Zindî ya bi pêşengiya Dayikên Aştiyê hatiye destpêkirin jî mîna çalakiyeke watedar û pîroz hate binavkirin û wiha hate gotin: „Lakûrê Kurdistanê bi pêşengiya Dayîkên Aşitiyê û li Başûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya ciwanan hatine destpêkirin, teqdîr dikin. Çalakiya mertalên zindî ya ku dayîkên hêja û ciwanên Kurdistanê dimeşînin hewldanek watedar e.“
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ji bo hemû sazî, rêxistin û gelê Kurdistanê jî ev bang kir: „Em bang li hemû partî, sazî, rêxistin û komeleyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi giyanê yekitiya netewî tevbigerin û piştgiriyê bidin hev û li hemberî hemû hêzên dijminên Kurdistanê tekoşînê xurt bikin. Em bag li hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê, ciwanên Egîd ên Kurdistnaê, jinên Kurd ên azadîxwaz, dikin ku li hemberê van êrişên dewleta AKP’ê li her derê nerazîbûnên xwe yên civakî nîşan bidin, dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin, li hemberî êrişên li ser gundên belengaz ên Kurdistanê serhildan û tekoşîna xwe gur û xurt bikin.”
ANF/BEHDÎNAN