
‘Erdogan tu sozên xwe bicih ne anîn’
Qeşûrî, da zanîn ku rewşa Tirkiyeyê ne rewşek nû ye û hikûmeteka ka hatiye ser kar û buyê deshilat nexwastiye pirsgirêka kurd bi reya aştî û demokrasîye çaraser bike û got: “Ger bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê azadiya ramanê pêş bikeve. Lê dewleta tirk nexwaze pirsgirêkê çareser bike. Edaletekî wekhev pêk nehat. Lewma ez dibînim birêz Erdogan wekî serokwezîrên din gelek soz dan, lê tu sozên xwe bi cih neanin.”
‘Li derve demokrat, li hûndir diktator e’
Qeşûrî, da zanîn ku Erdogan azadîya dewletên Libya, Suriyê dike, alîkariyê dide Filistîn û Hamas, lê ji bo xwe tu tiştni nake. Qeşûrî, destnîşan kir ku Erdogan li dijî gelê kurd êrîşê pêk tîne û destûr nade ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixe û wiha berdewam kir: “Îro bi hezaran kurd xistine zîndanan, bi hezaran leşker dişîne sînoran, kurdan dikujin. Erdogan ji welatên derve re demokrat e, lê ji bo welatiyên xwe dîktator e.
‘Çawa mafe 30 milyon kurd nayê qebûlkirin?
Qeşûrî, operasyon û êrîşên dersînor jî şermezar kir û xest hikûmet dawi li van operasyonên leşkeri û siyasi bîne. Qeşûrê astengiyên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku geleke evqas mezin li Tirkîye jiyan dike nas nake? Neqebûlkirina gelê kurd di lijî aqil e. Destûrê nadin ku parêzerên birêz Ocalan biçine serdanê û hemû riyên demoqratik lê girtîne. Ez di dawiyê da jî dibêjim ku tu tişt bi şidetê çênabe. Divê hemû riyên demoqratîk bêne vekirin û ez vê tecrîta li ser birêz Ocalan şermezar dikim.”
HEWLÊR