Ciwanên Azad, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan rêze çalakî lidar xist.
Li bajarê Elmanya Hannoverê, ji bo li ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên tinekirina Kurdan agahî were dayîn, standek hat vekirin. Li standa agahdarkirinê ya li Meydana Kropke, posterên Ocalan û ala Ciwanên Azad hat daliqandin. Ciwanan bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî li vir belav kirin. Faşîstan di dema çalakiyê de hewl dan êrîş bikin û rastî bersiva ciwanan hatin.
Li Dûîsbûrg, Freîbûrg û Marsîlyayê meş
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ciwanan bi meşeke meşaleyî tecrîd şermezar kirin. Çalakî bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad hat lidarxistin û saet di 16:00 de li ber Stasyona Meîderîchê destpê kir. Çalakî li taxa Marxlohê bi dawî bû.
Ciwanan di çalakiyê de posterên Ocalan û pankarta bi nivîsa „Bi pêşengiya jinên ciwan em ê Serok Apo azad bikin“ hilgirtin û dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Ciwan canfedayên Apo ne“, „Jin jiyan azadî“ û „Freîheît fur Ocalan, Frîeden fur Kurdistan“ qîriyan. Di vê çalakiyê de jî faşîstan hewl dan êrîş bikin û ciwanan bi xweparastinê re ev êrîşên faşîzan pûç kirin. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Li kantona Marîgnane ya ser bi bajarê Marsîlya ya Fransayê, tecrîda li ser Ocalan bi meşeke meşaleyî hat protestokirin. Bi dehan ciwanên bi vê armancê li hev civiyan, dest bi meşê kirin. Ciwanan posterên Ocalan, alên PKK, KCK û pankarta bi nivîsa „Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu“ hilgirtin. Ciwanên ku rê li trafîkê girtin, bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên „Ciwan canfedayên Apo ne“ û „Lîberte poûr Ocalan“ hatin qîrîn.
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Meşa bi meşaleyan ji aliyê Ciwanên Azad-Freîbûrgê ve hat lidarxistin û bi sedan ciwan beşdar bûn.Girseya gel a li Kartoffelplatzê civiya, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Ciwanên ku meşale, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hildan, dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Bijî PKK“, „Bijî Berxwedana YPG’ê“ qîriyan. Korteja meşê piştre careke din li Kartoffelplatzê vegeriya û li vê derê dawî li çalakiya xwe anî.
NAVENDA NÛÇEYAN