
Xebat û çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê gelê Kurd ê Rojava ve dewam dike.
Di vê çarçovê de, rêxistina TEV-DEM`ê ya herêma Tirbespiyê xwepêşandanek organize kir û daxwaza azadiya Ocalan kir û kompoleyên li dijî şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê û civîna Astanayê jî şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên herêmê, Endamên Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, saziyên civaka sivîl ên bajêr, herêma Aliya û Sinciq ên girêdayî Tirbespiyê başdar bûn. Beşdarên xwepêşandanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ala TEV-DEM`ê hilgirtibûn û pankartên bi nivîsa “ Em Tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin` rakirin. Xwepêşandan ji pêşiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol dest pê kir û ber bi bazara navendî ya bajêr re meşiyan. Şêniyan dûrişmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan û şermezarkirina komployê de beriz kirin û civîna li Astana ku nûnerên komên çete beşdarî bibin, şermezar kirin.
TİRBESPIYÊ