Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD´ê û Parlementera HDP´ê a Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 7’ê Mijdarê ve di greva bircîbûnê de ye. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê piştgirî da Leyla Guven. Daxuyanî li avahiya  HDP’ê ya Amedê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Endamên Dîvana Hevserokatiya KCD’ê, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Jinên HDP’î û DBP’î û Jinên Meclîsa Ciwanên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Aktorê çareseriyê Ocalan e

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Yenîşehîra Amedê Demet Ozkaran, daxuyanî da û nameya Leyla Guven ji wan re şandî xwend. Guven di nameya xwe de bal kişand ser polîtîkayên înkar, îmha û qirrkirina çandî li dijî gelê Kurd û got, “Ji ber van polîtîkayan, pirsgirêka herî giran a civaka Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan di nava pêvajoya çareseriyê de careke din nîşan da ku di çareseriyê de aktorê yekane ye.”

Têkoşînê xurttir bikin

Demet Ozkaran piştî xwendina nameya Leyla Guven bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin ku ji bo aştî û demokrasiya welat û bi dawî anîna tecrîdê têkoşîna xwe ya  demokratîk xurttir bikin.”

 

ANF/AMED