Qasî ku li me nebihîzin, ewqas ji me dûr in. Qasî ku ji me fêhm nekin, ewqasî dûrî me ne. Qasî ku daxwazên me nezanibin, ewqas 'nasî' me ne. Qasî ku tênegihîjin nirxên jiyana me, ewqas bêkêr in. Ji ber wê jî heyanî ku daxwaza me fêhm bikin wê heyamê biguhere, wê jiyan xelas be. Heyanî ku bizanibin em kî ne û çi miletin, dema hebûn û jiyana miletan wê biqede.
Her wiha, qasî ku tênegihîjin rastî çiye, ewqas xelet in...
* * *
Dîsa jî însan wekî xwe ye û di nav şert û mercên bêkêr de bimîne jî tu car hêviya xwe nahêle û naterkîne. Bi dil û can pê dizeliqe û paçikê hêviya jiyanê bernade... Her çi dibe bila bibe, heyanî dawiya temenê xwe, bi bawer, bi xwestek û bi ked dor hêvî ye însan... Çi ku hezkirina jiyanê, ji xweza ya însanê tê.
Lê însan tu car naxwaze wek darekî hişk bijî. Ji ber ku însan her tişt wêde bi nirx e, bi raman, bi aqil, bi marîfet, bi dildarî, xwedî afirandin a xweşikbûn a jiyanê ye însan... Ji ber wê zimanê însan ji bo xwesteka xwe dizivire, dor vedigere û wiha dibêje: “Her ku ez jiyanek dijîm, bila sivik nebe, bila her tim bi êş, her tim vik û vala nebe, bila têr û tijî be, bi huner, tev fikrên binirx tijî be. Berdêlê jiyana min bila ewqas erzan nebe, her ku jiyanekî min hebe, bila wekî jiyaneke mirovî be, jiyaneke rizgar, jiyaneke azad, jiyaneke yêgane be hwd...”
Gelê Kurd jî taybetî di nava şoreşa xwe ya civakî ya dawîn a mezin de, jiyana xwe, raman û fikrandina xwe wisa perçinandiye. Heya ku rizgar nejî, heya ku îrade ya jiyana xwe hilnede destên xwe, heya ku mafên xwe ya mirovî bikarneyîne, nirxên xwe neparêze, hêza xwe ji bo birdoziya xwe neşuxulîne, fikra xwe di serê xwe de nexebitîne (ji ber ku hin Kurdên zana –ne zanyar- fikr û zanîna xwe ji bo desthilatdaran dixebitandin), zanyariya xwe ewilî ji bo gelê xwe û du re jî ji bo gelên dinyayê ya bindest nede xebatkirin, her wisa heya ku îrade, kesayetî û şexsiyeta wî/ê neyê qebûlkirin, hikumraniya xwe ji tu kesî re parve nake.
* * *
Gelê Kurd, tiştên ku di mijoyê serdestên Tirk de hene, ji wan wêdetir zîhniyetek ava dike, salane ser avakirina vê zîhniyetê xebat dike, kûr dibe, lê hê jî serwerên Tirk naxwaze têbigihîje. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî, bi vî awayî nêz dibe. Nezan... Kewn... Bêhemdî... Wekî serdest... Wekî ku îrade nenas... Wekî ku bi kolê xwe diaxife... Meriv ji dûr ve dinêre û nikare raweste, dixwaze bêrawest bêje; “Nekar, birê min nekar... Nabe keko nabe, ev tişt bi vî awayî nabe, ev pirsgirêk bi vî zîhniyetê çareser nabe... Gere tu her tişt wêdetir Kurd nasbikî... Niha tu ewqas şaşî ku, nikarî bibînî rastî çiye... Ji ber wê, karên te yê ewil têgihîştin û nasandin e...”
Têgihiştin...