17 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj berpirsiyar nehatin dîtin. Di vê pêvajoyê de Mehmet Eymur ê ku wekî "Kutuya Reş a MÎT'ê jî tê zanin duh hate binçavkirin û serbest hate berdan. Êrîşa li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê ku tê zanîn bi fermana Tansu Çîller û ekîbê wê ve pêk hat 17 salin bê encam e. 17 sal berê di bûyerê de rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn. Li lêkolîn û pirsiyariya dewletê ya fermî de encamek nehat bi destxistin. Li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dewlet sûcdar kir jî dîsa hêj dewletê mijar ronî nekiriye. "Çapemeniya Azad" ku wê demê hate xwestin bi bombeyan bêdeng bike niha jî bi doz û cezayên li ser navê TMK'ê pêk tê dixwazin bêdeng bikin.
Xebatkar û rojnamegerên ku di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad a 21 salin li Tirkiyeyê weşanê dike di serdema niha de ji aliyê darazê ve rastî ceza, doz û lêpirsînê tên. Di vê pêvajoyê de endamê ekîba Tans Çîler û "Qutuya Reş a MÎT'ê" Mehmet Eymur duh hate binçavkirin û serbest hate berdan. Di salên 1994-1995'an de li gel polîtîkayên zext û sansurê navenda rojnameya Ozgur Ulkeyê li Kadirgayê xebat dimeşand. Di 3'ê kanûnê de buroya Enqereyê bi bombeya C-4'ê hate hilweşandin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku bi vê bûyerê hemû arşîv û amûrên rojnameyê tune bûn û têk çûn. Lê li gel vê êrîşa mezin rojname roja din dîsa bi manşeta "Êv agir dê we jî bişewitîne" derket pêşberî xwendevanên xwe. Wê demê xebatkarên rojnameyê li gel hemû xezt û zordariyan dîsa di nava şert û mercên gelek giran de hewl da rojnamemyê çap bike û bigîne xwendevanên xwe.

Zext hêna jî didomin 

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê û kevneşopiya wê di salên 1990'an de dihat kuştin û windakirin û buroyên wan rastî bombeyan dihatin, niha jî xebatkarên wê rastî cezayên girtîgehê tên û tên girtin. Di çarçoveya Zagona Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) zext û zordî berdewam dikin. Herîe dawî edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker û Songul Karatagna di cotmehê de hatin girtin. Di operasyona li ser navê KCK'ê de nivîskarên Ozgur Gundemê Cengîz Kapmaz û Ayşe Batumlu hatin binçavkirin û Kapmaz hate girtin.
Di serdema ku rojname hate bombekirin Xebatkarê Ozgur Gundem Nazim Babaoglu hate revandin û windakirin. Hevalê wî Vedat Perçin jî wê şevê bû şahidê bûyerê. Perçîn serpêhatiyê xwe wiha got: "Di şeva 3'ê kanûnê de ez li buroya Stenbolê bûm. Em di nava nivînan de razabûn. Di derengê şevê de teqînek gelek mezin pêk hat. Ez ji ser ranzê firiyam û dîsa li erdê ketim. Me got gelo dîsa ku bombe kirin. Dema em daketin qatê jêr, me dît ku li jêr şewat derketiye û pêtên agir bilimd dibin. Dema em l qatê derasê bûn şewata Otela Madimakê hate hişê min. Min got êdî em li vir bi saxî xelas nabin."
Perçîn ji bo mirina Yildiz jî wiha anî ziman: " Piştî bombekirinê me pêvajoyeke piştgiriyê ya ku nayê jibîrkirin dît. Piştî bomberanê hemû derfetên me yên derxistina rojnameyê tune bûbû. Wê demê derûdorên muxalîf buroyên xwe ji bo vekirin û sibetirê rojnameya me derket. Me qet navber neda 2 rûpel be jî me bi manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne' rojname derxist."
Bayram Balci yê ku wê demê nûnerê Rojnameya Ozgur Ulkeyê yê Mêrdînê bû jî pêvajo anî ziman. Balci bombekirina rojnameyê wekî "Li Tirkiyeyê pêkutiya herî mezin a li dijî çapemeniyê" nirxand û wiha berdewam kir: "Bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê û tunekirina avahiyê jî nehîşt ku rojnamegerên ku kevneşopiya Çapemeniya Azad didomînin paşve gavan bavêjin. Rojname di 5'ê kanûnê de 2 rûpel be jî bi manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne' derket. Dema ku mirov li dîroka çapemeniya cihanê binêre tiştekî wisa nîn e. Lê Ozgur Ulke wekî ku ji qaliya xwe mîna teyrê ankayê jî sibetirê weşana xwe domand." Balci anî ziman ku piştî teqînê belgeyeke veşartî ya di civîna MGK û Çîller de hate dîtin û di Rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hate weşandin. Balci destnîşan kir ku şopên bûyerên ku di salên 1990'an de qewimîne hê jî berdewam dike û wiha axivî: "Feraseta ku li gel bombekirinê sibetirê derketina rojnameyê encam dernexit û îro jî hê li dijî Çapemeniya Azad pêkutiyan didomîne. Ev teqîn jî beramberî hevoka 'di dewletê de berdewambûn esas e' ye. Di sala 1994'an de feraseta ku talîmata bombekirina rojnameyê da îro jî talîmatên girtinan dideb Wê demê Tansu Çîller çi bû îro jî Recep Tayyîp Erdogan ew e."
Piştî bombekirinê ji bo ku rojname sibetirê derkeve piştgiriya herî mezin ji Rojnameya Atilimê hat. Semîha Şahîn a ku wê demê di Atilimê de dixebitî der barê wan rojan de wiha axivî: "Piştî teqînê, em ji bo ku bi her awayî piştgiriyê bidin Ozgur Ulkeyê me civîn li dar xist. Me buro anî rewşeke ku bikaribe rojnameyeke rojane derxîne. Wê demê hemû çapemeniya muxalîf piştgirî dabûn Ozgur Ulkeyê, hemû ji bo Ozgur Ulkeyê xebitîn. Dema bombekirinê ez li Atilimê nobedar bûn. " tiştên wê demê tu caran ji bîr nakim Buroya me wê demê li Cagalogluyê bû. Dengete mezin a teqînê hat û piştre jî qaqlibaz hemû firiyabûn, ev deng hê jî di guhê min de ye. Piştî teqînê axaftina Gurbetellî Ersoz jî hêj di guhê min de ye. Weke gerînendeya Giştî ya Rojnameyeke ku xebatkareke xwe şehîd daye li ser piyan bû, berxwedana wê bandoreke mezin kir. Ev destkeftiyên dîrokî yên Çapemeniya Azad in. Ji wê demê heta niha terz bê guhertin jî êrîş bê navber didomin."

ŞÎLAN OZHAN - DÎHA-STENBOL