“Birayên Me“ Di vê demê de herî zêde peyva „birayên me“ tê bikaranîn. Bi taybetî jê devşîrmeyên serkariya tirk vê pirr bi kar tînin. Ev forma bikaranînê bi kesandina gelhêjmar ya yekem, navdêrê jî di forma gelhêjmariyê de bi kar tînîn.Li gor watesaziya zimanê me, dema kesekî/e biyanî vê têgînê bi vî awayî bikartîne, armanca xwe ya xiniziyê di paş vê gotinê de vedişêre. Ev di piraniya zimanan de jî wisa ye!Dema behsa mafên kurdan yên kolektîf û civakî tê kirin, Erdogan û yaverên wî, bi giştî kolonizator, vê wek daxwaziyeke terorîst bi nav dikin û hima li pey jî, ji bo xapandinê dibêjin; “Brayên me yên kurd ne wiha difikirin!” Ango ev hevok ji bo xapandin û manupulasyonê tê bikaranîn. Di paş vê peyvê de sextekariyek mezin veşartiye.

“Hemwelatiyê bi hêrs”
Dema faşîst û êrişkarên faşîzma kesk (ango cewrên akinciyan) êrişên dikan, mal û karker, xwendekar, bi giştî êrişên kurdan dikin, ku bi giranî li pey daxûyaniyên serokwezîr û wezîran ev êriş pêk tên, hima di bin navê “hemwelatiyê bi hêrs” de ev xinizî tê veşartin û li dijê êrişan tu dedbîrên yasayî nayên girtin. Ev rasterast di qada pratîkê de bikaranîna gotina Mahmût Esad Bozkurt e. Wî gotibû: “Tirk xwediyê vî welatiye û her mafî ye. yên ku ne tirk bin, tenê mafekî wan heye, ew jî ji tirkan re xulamtîkirin e.” Ango dema tirk lêdin, bikujin hemwelatiyê bi hêrs in. Lê kesên ku li hemberê wan li ber xwe bidin, yan jî bixebitin ku xwe biparêzin jî dibin terorîst. Di bin perê vê gotinê de faşîzmeke nijatperestî ya zir veşartiye.
Dema mirov li hin bûyereyên pêkhatine dinêre, dibîne ku di encama hemû rûdanan de serkariya tirk peyva “hemwelatiyê bi hêrs” bikaraniye. Li pey hemû rûdanên lînckirinê, li pey qetliama Sêvazê. Niha jî ji bo êrişên li bajaroka Surgu ya girêdayîyê Doganşehîra Meletiyê dibêjin.: “Ne tiştekî giring e, tenê çend “hemwelatiyên bi hêrs” hêrsa xwe negirtine!”

“Demokrasiya pêşketî”
Ev têgîn berhemeka serkariya faşîzma kesk e. Li gor wan demokrasiya pêşketî ev e:
- Yekîtî û birêkxistiniya gelan ji hev belakirin, wek girtinên di bin navê KCK de, û li dij konseya  rojavayê Kurdistanê derketinê;
- Tevahiya şarederên AKPeyî dişêlînin, dixapînin, malên belengazan di ser wan de hildişînin, kes tiştek nabêje. Lê şaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin, ji erkên wan tên girtin, ango îrada gel îpotek kirin.
- Êşkencekar û tecavûzkaran xelatkirin, yan jî wan wek cîgirê serokê emniyetê SSS tayînkirin.
- AKPeyî kengî li ku derê çawa bixwezin, civîn û xwepêşandanan pêktînin. Lê destûrê nadin muhalîf wek BDP û sendîqayan.
- Kurê parlamentereke AKPeyî, polêsan li hemberê xwe dide rêzkirin, Lê li Amedê jî polês êrişê parlementeran dikin. AKP dikane dibistanên siyasî jî û yê şêlandinê jî veke, lê dibistanên siyasî yê BDP û partiyên din tên astenk û terorîzekirin
- Dadgehên wan li ser kêfa xwe û li ser bingehên viran û qaşo govanên dizî Bi hezaran siyasetmedarên bê sûç girtin.

‘’Dema tekoşîna çekdarî’’:
 Çek dan destan mihalifên Qadafî, piştgiriya wan kirin, niha her awa çakan didin destê qaşo artêşa azad a Surî, lê kes ji bo wan nabêje; „dema çekan derbazbûye.“ Tenê ji bo kurdan dibêjin; „dema çekan derbazbûye.“ Bi vê ve girêdayî dibêjin hetanê çek daneynin, emê tu mafên kurdan nenasin. Ev jî xapandineke bi terî ye. Ma nayê zanîn ku wan ta îro çendî û çend car soz dane û tersê wê kirine. Eger niyeta wan a çareseriyê heba, dê di demên agirbestan de ev çareser bikirana. Ma mirov dikane bi bêwîjdan û minafiqên AKPeyê bawer bike?

“Turkmen“   
Dema başûrê Kurdistanê ber bi azadiyê ve diçû, digotin: „Li wê heremê herî zêde turkmen dijîn.  Niha jî ji nîvê rojavayê Kurdistanê re turkmen dibêjin. Li ku tirkek hebe, behsa turkmenan dikin. Peyva turkmen peyveke farisî ye. Berê ku eşîrên moxolan yên qaşo nav oxuz ji navenda asyayê berê xwe bidin welatê îraniya rojhilat (Turkmenistan Ozbekîstan û nîvê Kazakîstanê), li wê derê eşîrên zoxdiyan (îraniyên rojhilat) yên wek baktîrî, skîtî, bixarî ûwd, dijiyan. Navên hemû bajarên wir jî bi zoxdiya kevn e, wek Buxara, Samerkent ûwd. Dema eşîrên moxolan serkariya wir wergirtin, ew zoxdî di nava wan de man û hatin helandin, farisan ji wan re “Turk manend” yanê yên di nava tirkan de man û bûn tirk gotin. Bi gotineke zelal peyva turkmen jî tê wateya devşîrme. Ango sedî nodê turkmenan ne tirk in, devşîrme ne, îraniyên rojhilat in. Ji ber ku serkariya Tirkiyê di destê devşîrmeyan de ye, ew vê peyvê wek peyveke avsûnkirî dibînin. Bi wê cihanê dixapînin. Kiliçdaroglu jî xwe wek devşîrme dibîne, lema ji xwe re turkmen dibêje.

“Terorîst”
Ev têgîn li Tirkiyê bi awayekî din tê bikaranîn. Kesên ku neketine xizmeta nijadperestên AKPê, kesên ku dek û dolabên AKPê li ber çavan radixînin. Kesên ku li mirovbûn û mafên mirovbûnê xwedî derdikevin re terorîst dibêjin.
Divê mirov bi têgîn û gotinên wan ê xapînok û zexel nexape.