Welatiyên navçeya Şêladizê ya ser bi Dihokê, bêdengiya Hikumeta Kurdistan û Iraqê beramberî dagirkeriya dewleta Tirk, weke sûc dibînin û dibêjin, desthilatdariya dewleta Tirk li Behdînanê, ji ya Hikumeta Herêmê zêdetir e. Celal Şêladizî ji ber bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka wan a her roj nerazî û aciz e, belê ji bêndengiya hikûmeta Başûr jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê beramberî êrişan bê helwêst in. Em vê bê helwêstiyê, weke hevkariya bi dewleta Tirk re dibînîn. Zexta ku li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê heye, li ser me jî heye. Gundên me tên topbarankirin. Qurbanî hemû jî xelkê sivîl in. Herêma me weke zindaneke vekirî lê hatiye. Êdî xelk nikare ji cihên xwe derkevin derve û biçin cihekî din. Niha metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk li ser hemû Başûrê Kurdistanê heye.” Saman Rêkanî jî dibêje, dewleta Tirk guh nade tiştekî û bi awayekî herêmî êrişê dibe ser Herêma Kurdistanê. Saman Rêkanî bi bîr dixe ku di nava 5 salan de zêdetirî 23 welatiyên sivîl li Behdînanê, di encama êriş û bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne û wiha dipeyive: “Ya nexweş, bê helwêstiya berpirsên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî vê wehşeta dewleta Tirk e. Divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê sînorekî daynin ber sûcên dewleta Tirk.”  ROJNEWS/DIHOK