
Li navçeya Kifriyê ku xwedî dîrokeke dewlemend e, di van salên dawîn de beşek ji şûnwarên Kifriyê yên dîrokî tune bûn, ên mayî jî ji ber sersariyê li ber tunebûne ne.
Li navçeya Kifrî ya Germiyana Silêmaniyê ku bi Baweşaswar tê naskirin, ji ber sedema cihê xwe yê cografîk û dîroka xwe ya kevn xwedî gelek cihên dîrokî û pir giranbuha ne. Kifrî di aliyê şûnwaran de xwedî dîrokeke dewlemend e û ji ber sedemên xwedînederketinê gelek şûnwarên dîrokî tune bûne. Dîroknas û niştecihê navçeya Kifrî Suheyl Xurşîd der barê têkçûna bermahiyên kevnar ên Kifriyê de axivî û diyar kir ku dîroka çêbûna bajar li gorî nivîsina dîrokî digihîje serdema Sumeriyan. Xurşîd da zanîn ku navê berê yê Kifriyê ‘Kimaş’ bû û got: “Ev yek BZ 3 hezar sal e. Ji wê demê heta niha mirov li derdora navçeya Kifriyê jiyane.
Kifrî di dema asûriyan de jî navê wê Kîmaş bû, di serdema Romayî û Sasaniyan de bûye ‘Verçî’. Di wan deman de ev berhemên dîrokî hatine parastin û nehiştine şûnwarên dîrokî tune bibin. gora Askî Kifrî, Qerwalan, Qeysera Kevn a Kifriyê, cihên dîrokî, Qesra Kifrî û gelek cihên din ên dîrokî li navçeyê hene ku xwedî nirxekî dîrokî ne.”
Ji sersariyê tine dibe
Xurşîd anî ziman ku li Kifriyê bermahiyên gora Askî Kifrî û Qerwelan hene, temenê wan digihîje hezaran salan û wiha pê de çû: “Ji ber vê pir normal e ku bermahiyên dîrokî li vê navçeyê zêde bin, li gorî salnameya Osmaniyan li vê herêmê 35 aşên avê hebûn.”
Şûnwarnas Aram Mihemed bi lêv kir ku heta niha wan nekariye cihên dîrokî yên li Kifriyê wekî ku tê xwastin ji bo jêderên neteweyî biparêzin û wiha axivî: “Me nekarî bikin cihê dîrokî ku welatî bên lê bigerin. Gelek cihên dirokî û girîng hene, pêwîst e zêdetir li ser van cihên dîrokî were sekinîn. Lê tenê çend keleh û cihên dîrokî hatine nûjenkirin. Cihên sereke û pir girîng ên wekî Qeyserî Kifrî nehatine nûjenkirin. Em ditirsin ku ev dîrok tune bibe û ji ber ku kesek lê mêze nake bi tinebûnê re rû bi rû ne.” Navçeya Kifrî cihekî kevnar ê Başûrê Kurdistanê ye, bi qasî 120 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kerkûkê. Li vê navçeyê Kurd, Tirkmen û Ereb dijîn û piraniya niştecihan jî Kurd in.
BERHEM LETÎF/ROJNEWS/SILÊMANÎ