Wiener Zeitung bi îmzeya Solmaz Khorsand îşaret bi wê yekê dike ku Kurdên li Awusturyayê ji mêj ve li vî welatî fêr bûne xwepêşandanan li dijî Tirkiyeyê li dar bixin, lê heta niha ev timî aştiyane derbas bûne. Lê belê ev demeke ku nijadperestên Tirk êrişan dibin ser çalakiyan û bi vî rengî jî di dema xwepêşandaneke dawiya hefteyê li Viyanayê girseya qelebalix a Kurd bi fikar bû.

Solmaz Khorsand bi ciwanê Kurd ê bi navê Jîro re dipeyive û ew dibêje, “êdî nijadperestên Tirk ji xwe re kirine adet, difitirin, dawetekê dikin, cejneke wan heye, çalakiyekê dikin, ileh berê xwe bi komeleya me ya FeyKomê dixin û yan keviran diavêjinê û yan jî bi tiştên diavêjinê wê gemarî dikin.”

Rojname îşaret bi wê yekê dike ku civaka Kurd a li Awusturyayê heta niha sakîn dimîne, lê bi gotinên Jîro yên dawî îşaret bi îhtîmala guhertina rewşê ber bi halekî bi tehlûke ve dike: “Hema ku tiştek bi serê ciwanekî me hat, hingê wê rewş aram nemîne. Vî jî wisa binivîse!”  


Tehlûkeya çeteyên “Osmanen Germania”

Kovara Elman Focus jî behsa şerê di navbera nijadperestên Tirk ên koma Osmanen Germania û ciwanên Kurd de dike. Redaktorê kovarê Julian Rohrer mohra xwe li bin vê nûçeyê danî ye û dibêje di navbera çeteyên Osmanen Germania û ciwanên Kurd de îhtîmala şerekî bi tehlûke heye. Rojname îşaret bi komeke bi navê Bahoz jî dike ku ciwanên Kurd xwe di bin banê wê de bi rêxistin dikin.

Kovar îşaret bi aloziya vê dawiya hefteyê ya li bajarên Elmanya Ulm û Hanau dike û dibêje, bi tenê bi destwerdaneke mezin a polîs bûyerên bi tehlûke hatten astengkirin. Kovar bi bîr dixe ku Osmanen Germania xwe weke klubeke boksoran bi nav dikin, lê ji ber karûbarê wan û rêxistinbûyîna wan, polîs wan weke çete disinifîne. Ji bo Bahoz jî polîs peyvên “ew xwe weke serbixwe, dij-rasîst û dij-faşîst bi nav dikin.”


 FRANKFURT