
Em bi vîna xwe şer dikin
Kurdo bal kişand ser sivîlên li Kobanê û da zanîn ku hînê bersiv ji daxwazên wan ên ji bo vekirina korîdorê re nehatiye dayîn. Kurdo got, "Di destên me de çêkên me yê ku em bikaribin li dijî çeteyan rawestin nînin. Em têkoşîna xwe bi vîna xwe dimeşînin. Em tenê dikarin piştgiriya hewayî bigirin. Ev jî sûdê dide berxwedanê lê ji ber ku çekên giran nînin ev gelekî zorê li hêzên me dike. Ji bo ku hêzên me bikaribin gelê Kobanê û gelên Sûriyeyê li dijî çeteyan biparêzin pêwîstî bi çekên giran heye. Li gel nebûna derfetan jî berxwedana Kobanê bi bîryardarî didome."
Kurdo ragihand ku berxwedana YPG û YPJ’ê pêşî li çeteyan girtiye û çete li gel teqwiyeya ji gelek navendan jî nikarin xwe li hemberî YPG û YPJ’ê bigirin. Kurdo anî ziman ku ew bi fikar in ji ber ku çeteyên li Kobanê tengav bûne di êrîşan de guhertinan bikin û ev bang kir: "Wekî berê em bi fikar in ku çete di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar bînin. Di laşê hevalên me yên şehîd ketî de şewat û cihên sorbûbûn hebûn. Madên wan dixeliya. Em bi fikar in ku careke din çekên kîmyewî bi kar bînin. Lewma banga me li tevahiya cîhanê ye: Divê korîdora însanî tavilê bê vekirin û ji bo parastina sivîlên me û têkoşîna li dijî çeteyan pêwîstiya me bi alîkariyê heye."
Têkoşîna me li ser navê mirovahiyê ye
Kurdo diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê di nava vê berxwedanê de cih girtine û Kobanê li ser piyan girtine û ji bilî gelê Kurd ti hêzê nekarî li hemberî çeteyan bisekine. Kurdo anî ziman ku ew li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û weha dewam kir: "Dinya hemû pê dizane ku çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ne û ji bilî talanê tiştekî din nakin. Li dijî van çeteyan tenê gelê Kurd li ber xwe da. Ji bo jiyanê em mirinê digirin ber çavan. Em Kurd, Tirk, Elewî, Ereb, Suryan dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin li Sûriyeya demokratîk bijîn. Cudabûnê yan jî veqetandinê naxwazin. Hemû gel dixwazin di nava aştiyê de bijîn ji ber vê yekê em destên xwe dirêj dikin. Ji bilî aştiyê jiyan ne pêkan e."
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm hatina pêşmergeyan a Kobanê jî bi girîngî nirxand û got: “Ev ji bo yekîtiya gelê kurd a pêşerojê gaveke girîng bû. Li dijî êrîşan bû hêzeke hevpar. Hevalên me yên pêşmerge yên li Kobanê şer dikin xwe ji Kobanê cuda nabînin. Birayên me ne. Bi me re di heman eniyan de şer dikin. Em jî bi vê ser bilind in. Ev ji bo yêkitiya kurdan gavek e."
DÎHA/KOBANÊ