Tehma ava Kaniya Kewayê tevî ku 40 kîlometreyan dûrî Mûşê ye û ji qontarên çiyayê Kozmayê diherike jî Mûşî ava xwe ya vexwarinê ji vê kaniyê digire. Welatiyan diyar kirin ku ava Kaniya Kewayê gelek nexweşiyan derman dike û ji bo şîfayê ew bi bîdoman tînin mala xwe. Kaniya Kewa ji ber ser riya Mûş û Pasûrê ye rêwiyên ji wan riyan derbas dibin jî fêde jê digirin. Mûşiyan xwestin dora Kaniya Kewa ji nû ve bê sazkirin û ew qad wekî seyrangeh be bikar anîn.
Ji welatiyên ku sûdê ji Kaniya Kewa digire Nûrettîn Erten diyar kir ku ev 7 sal in ew bi bîdonan ava Kaniya Kewa vedixwin û got; "Ev 7 sal in em vê avê vedixwin. Taybetiya herî diyarde ya ew e ku kevin nabe. Tevî ku mehek ji ser re derbas bibe jî ev av wekî xwe dimîne. Piştî ku me dest bi vexwarina vê avê kir, êdî me nekarî em ava din vexwin."
Murat Erdogan jî bal kişand li ser dûrbûna kaniyê û wiha axivî: "Divê xwedî li vê çavkaniya avê derkevin. Ji ber ku li çiyayê Kozmeyê ye dora wê nayê çêkirin û nayê nirxandin. Kesê ku Kaniya Kewa nezane nîn e. Hem xwezayî ye û hem jî tehmam wê cuda ye. Ev bedewî ber çavan nayê girtin. Em dixwazin girîngî bidin vê kaniyê.

MÛŞ