Hejmara kasetfiroşên seyar her diçe kêm dibe û ji plakan heta MP3’an hilberîn gelekî hate guhertin. Marketên muzikê yên ku piştî salên 2000’an li hembêrî wan eleqe kêm bû niha tenê ji bo kesên ku eleqeya wan heye xizmetê dikin. Dezgehên kasêtan ên li kolan û cadeyan kaset difiroşin jî hama hama tune dibin. Welatiyê bi navê Yusuf Karademîr ê li Rihayê li dezgehê kaset difiroşe diyar kir ku tehma ku muzîkê ji kasêtan guhdarkirin cuda ye tevî ku qezenca wî tuneye jî nikare dev ji kasetan berde.
‘Li cem min kasetên pir kevn hene’
Karademîr ê ku li taxa Haleplîbahçe ya Eyyubiyeyê li ser dezgehekî kasetên kevn difiroşe wiha got: “Di demên dawî de firotin kêm be jî hinek hebû lê ev 7 salên dawî ye qet nabe. Beriya 20 salan gelekî baş bû, eleqe hebû. Tenê kal tên ew eleqe nîşan didin.” Karademîr bi lêv kir ku ev 20 sal in kasetan difiroşin û bi CD û MP3’yan ve kesat êdî mirine û wiha peyivî: “Di destên min de kasetên pir kevn hene. Kasetên dengbêjan, hunermendên herêmî hene lê kes eleqeyî nîşan nade.”
Her wiha Karademîr derbirî ku 4 zarokên wî hene û bi firotina kesatan xwendina zarokan zehmet e lê ji ber ku karekî din nizane gelek zehmetî dikişine.
RIHA