Li Semsûrê welatiyên dixwazin xwarina li ser agirê daran keliyaye bixwin, ji xwe re dûstanên aydî bajar peyde dikin. Ev dûstan ji tûpên kevn û bêkêr tên çêkirin. Xwarina li ser wan dipije jî xwedî tehmeke cuda ye. Bi ser de jî hesinkar bi çêkirina dûstanan debara xwe dikin.
Hamza Karataş (42) ê li Sûka Hesinkaran a kevn ev 6 sal in hesinkariyê dike. Ew tupên ocaxan vediguherîne dûstanê û wan difiroşe. Karataş got, xwarina ku li ser agirê daran dikele li gorî yên li ser tup û gaza xwazayî cuda ye û xweştir e, ji ber vê yekê jî gel elaqeyeke mezin nîşanî wan dide.
Ji tûpên gazî tên çêkirin
Karataş da zanîn ku ew dûsatan ji tupên kevn ên bêkêr çê dike û weha axivî: “Em ji bo ku ev tup nebin xurde dinirxînin. Gelek malbatan lûleya gaza xwezayî kişandiye malên xwe. Ji ber vê yekê tûp bi kêrî wan nayên. Jibilî vê jî piştî demekê, bikaranîna van tûpan tehlûke ye. Dema ku gel tûpên xwe didin xurdeyê, bi 5 TL’yan difiroşin. Em bi 10 TL’yan dikirin û dikin dûstan û bi 50 TL’yan difiroşin. Bi vî rengî dema ku em dinirxînin gel jî sûdê jê werdigire.”
Zû dekilîne tehm xweş e
Karataş got, bi taybetî xwarina ku li malê tê çêkirin bêhnê dide hundir ji ber vê yekê jî dûstan tê tercîhkirin û weha peyivî: “Lê dema ku li derve li ser agirê daran xwarin bê çêkirin mirov ji derdê bêhnê xilas dibin. Di hundirê dûstan de agir dizivire û dema ku dizivire jî xwarinê zû dikelinê. Li ser ocax an jî gaza xwazayî heke nîv saetê bikele li ser dûstanê di 15 deqîqeyan de dikele û tehma xwarinê jî pirr cuda û xweş e.”
SEMSÛR