- Piştî agahiyên ku hatin komkirin, ji me re derket holê ku ji aliyê hinek malper, kanalên ragihandinê û hinek kesên girêdayî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yên li wê navçeyê ve paldan hebû.
- Piştî agahîyên ku me komkirin, ji me re derket holê xemsariya îdarî û ewlekariyê ya li wan navçeyan ji bo kontrolkirina rewşê hebû.
- Di encama wan bûyeran de reaksyonên ku li pey xwe anî, xemsariyek berçav ji aliyê aliyên peywendîdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji bo kontrolkirina alîgirên xwe ya ji bo êrişbirina ser baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hebû.
- Herwiha ji me re derket holê di wan bûyeran de zererên giyanî çênebûn, lê hinek karmendên saziyên ewlekariyê û welatî birîndar bûn. Van bûyeran bandorek li ser rewşa derûnî ya welatiyan çêkir.
- Pêwîste biryara dawî ji aliyê dadgehê ve bê dayîn, yasa serwer be û di cih de çarenivîsa hemû girtiyan bê yekalîkirin. Tu kesê gazind yan jî agahîyên wan li ser van bûyerane hebe, bila dadgehê agehdar bike.
ANF/DUHOK