Di vê dema dawî de têkiliyên eskerî û diplomatîk ên di navbera Rojava û DYE´yê de tên minaqeşekirin. Pirsa ku gelek kes dikin ew e, ka ev têkilî stratîjî ne yan taktîkên demî ne? Gelo DYE çawa dikare hevalbendê xwe yê NATO´yê dewleta Tirk ji bo xatirê Rojava bixeydîne û bide aliyekî? Ma kî di warên eskerî û stratejîk de girîng e: Rojava yan Tirkiye? Ev yek axaftina dîktatorê Tirkiyeyê Erdogan tîne bîra mirov, dema ku beriya çend mehan eşkere ji rêvebebiriya DYE´yê re got, “Yan em yan jî YPG û Rojava!” 

Divê di destpêkê de were gotin, ne tenê DYE di warê eskerî de li Rojava aktîf e. Lê DYE serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ´ê dike. Ev Koalîsyon ji dehan dewletan pêk tê. Armanca sereke ya vê Koalîsyonê ew e ku DAIŞ´ê têk bibe û bike ku DAIŞ nema karibe desthilatdariya “dewlet”a xwe befireh û xurt bike. Ji bo vê yekê DYE di warê eskerî de destê alîkariyê dirêjî artêşa Iraqê û hêzên QSD´ê dike. Jixwe, li Sûriyeyê em hemû dizanin ku DYE berê jî hin komên çekdar yên nêzîkî dewleta Tirk perwerde kiribûn û ew bi çekên nû ji bo şerê DAIŞ û El Nûsrayê bi hêz kiribûn. Lê encam gelekî xerab bû. Van koman ti şer li himberî terorê nekir, lê berovajî vê yekê, teslîmî komên çete bûn û çekên xwe jî radestî wan kirin! Piştî tecrûbeyeke mezin, DYE´yê dît û bawer kir ku tenê YPG yan jî bi giştî QSD dikarin ji dil û can, û bi exlaqên şoreşgerane yên bilind, şerê terorê li Sûriyeyê bikin. Ji ber hindê, têkiliyên eskerî bi pêş ketin. Ev têkilî her ku diçe zêdetir û xurttir dibin. Niha baregeh, belafirgeh û çekên nû yên giran û bipêşketî li Rojava hene. Niha QSD ber bi Reqayê ve diçe. Ev yek cihê kêfxweşiya DYE´yê û tevahiya cîhana azad e.

Hikûmeta AKP/MHP´ê hewl dide geşbûna têkiliyên eskerî yên Rojava û DYE´yê bi sînor bike û têk bibe. Jixwe, PDK û muxalefeta nijadperest ya Şamê jî wek efendiyê xwe Erdogan li dijî van têkilyan in û her roj derew û bêbextiyan di alavên xwe yên ragihandinê de belav bikin. Bê guman ev hewldan hemû dikevin xizmeta DAIŞ û komên çete yên ku bi hezaran mirov kuştine û derbider kirine. DYE dizane ku tenê QSD dikare Reqayê azad bike û rêveberiyeke sivîl ya ku hemû pêkhateyan temsîl bike, ava bike. DYE dizane ku QSD ne hêzeke nijadperest yan mezhebperest e û ew ê ti cûdahiyê nexe navbera mirovan. Rewşa aram û demokrat ya ku li Til Ebyed, Minbic û Tebqayê rûda, dê li Reqayê jî rû bide. Jixwe, QSD hêzeke rengîn e û ji Kurd, Ereb, Turkmen û Suryaniyan pêk tê. Ev yek ji aliyê DYE´yê û tevahiya Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ´ê baş tê zanîn. Dewleta Tirk ya dagirker nikarîbû destûra DYE´yê ji bo beşdarbûna şerê azadkirina Reqayê bistîne. DYE´yê ya QSD´ê neda bi ya AKP´ê. Ev yek xweş diyar dibe. Lê QSD û Rojava jî şerê xwe yê azadîxwaz, mirovane û li dijî terorê dewam dikin û tenê hêza xwe ya zatî esas digirin. Ji sala 2011´an û heta bi destana Kobanê, YPG´ê bi hêza xwe ya zatî şer dikir û ji bo azadkirina mirovan, parastina Rojava bi hezaran şehîd dan. AKP niha hewl dide li heremên ku wê ew dagirkirine, rewşeke defacto ava bike. Li wir dest bi bicihkirina eskerên xwe kiriye, û baregeh û nuqteyên eskerî ava dike. Her wiha bi hezaran ji welatiyên Sûriyeyê yên penaber komî ser hev dike û wan bi maşan dewrî şervanên kirêkirî dike. Ev siyaseta dijminane ji aliyê DYE´yê ve jî tê zanîn.

Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê şensekî mezin e. Niha gelek ji kesayetiyên demokrat û welatparêz yên ku bi salan e li dijî Esed berxwedan kirine, berê xwe didin Rojava û tevlî nav refên MSD´ê dibin. Rojava ji bo DYE´yê û welatên Ewrûpayê hêviyek e û ji bo Sûriyeyê jî şensekî mezin yê avakirin, demoratîzekirin û azadiyê ye…