Saziyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê yên wekî Rûdaw û Zagros ku nêzî PDK’ê ne, ji destpêka Şoreşa Rojava ve, li dijî destkeftiyên herêmê û saziyên wê tevdigerin. Ev saziyên behsa mijarê di hemû weşanên xwe de hem şoreşê tune dihesibînin, hem jî ji bo ku bingehekê ji van îdîayên xwe re çêbikin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya rejîma Baas tawanbar dikin. Lê belgeyeke ku ANHA’yê bidest xistiye, nîşan dide ku van saziyan bixwe têkilî bi rejîma Baasê re çêkiriye.

Di belgeyê de tê fêmkirin ku televîzyonên Rûdaw, Zagros û ARK serî li Saziya Ewlekariya Rejîma Baas a Suriyeyê daye û xwestiye ku ji bo weşana wan cihekî bidinê. Li ser vê yekê jî Buroya Agahiyan a Sekreteriya Ewlekariya Giştî ya Suriyeyê ya bi navê Dîfa El-Wetenî ji buroya xwe ya têkildar re fermannameyek şandiye û xwestiye ku ev daxwaz bê bicîhanîn.


Belgeya Veşartî

Belgeya bi navê “gelekî veşartî” li ser navê Buroya Agahiyan a Sekreteriya Ewlekariya Giştî ya Suriyeyê ya bi navê Dîfa El-Wetenî hatiye şandin. Di belgeyê de wiha tê gotin:


Ji bo navendên parastina netewî

Qenela Rudaw a Kurdî ku li ser satalaytê weşandê dike, li Parêzgeha Cizîrê ya Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya ku bi navê “Rêveberiya Kurdî” tê naskirin hatiye qedexekirin. Xuyaye ku ev rêveberî destûr nade ku qanalên Rudaw, Zargros û ARK weşana xwe bikin. Ji bo van qanalên ku li dijî vê rêveberiyê kar dikin, pêwîste di hundirê çargoşeya ewlekariyê de cihek bê peydakirin.

Ji bicîhanîna wê pêşkêşiya we tê kirin.

Serokê Buroya Agahiyan

Sekreteriya Ewlekariya Giştî (Dîfa El-Wetenî)”