Ji têkiliyên di navbera mirovên ji rêzê de bigire, hetanî koman, partîyan û dewletan her dem hin têkiliyên wekî sir veşartî hene, hin ji wan tenê bi wan re têkildar in; ev wek sir tê têgîhîştin, hin jî lihevkirinên karên qirêj, veşartî û nepenî ne. Ev jî bi destên komên sîxwir çete, paramîlîter, ajan û kujêran tên pêkanîn. Li ser vê mijara karên nepenî gelek fîlmên ajan, mafya, kujêrên bi pereyan hene. Her çendî ev fîlm bi piranî sêwirandin jî bin, bîr û naveroka xwe ji wan karên qirêj ên kes û dewletan digirin. Têkiliyên kom û hevgirtinên dewletan wek NATOyê hinek dişibin vê mînaka dizan. Rojekê çar kes dixwazin derkevin diziyê. Serokdiz derdikeve dîharê zinarekî û dibêje: "Kî sonda ez dixwim bixwe, ew dikane bi min re were diziyê, kê vê sondê nexwe, bila biçe mala xwe!" Li ser kevir hinek tê û diçe û dibêje: "Diya min jina min be! Xwedê her du çavên min kor ke, ev tiştê di bin lingên min de ne kevir e, dar e!" Yê li pey wî wê sondê dixwe, yê sisyan jî wê sonde dixwe, le yê çaran dibêje: "Ez wê sondê naxwim û xwe gunehkar nakim!" Serok diz dibêje wî: "Tu here mala xwe, ev ne karê te ye. Sibe tu yê bibî bela serê me!" Dewlet li ser vî bingehî avabûne. Ango înkar, derew, vir û sextekarî, lema jî di nava her dewletî de bi dehan saziyên îstîxbaratî hene, her wisa her dewlet hewl dide ku di nava dewletên din de jî li gel lihevkirinan hin komên îstixbaratî yên ji wan dewletan veşartî birêkbixin, daku bikanin dijber û rikberên xwe û pêşveçûnên wî welatî bişopînin, Hin dijberan di kemînên bêbext de ji holê rakin. Mînaka bi hêla her kesî ve tê zanîn, komkujiya Parîsê ye. Dagirkerên tirk ew komkujî bi rêya têkiliyên xwe yên bi îstixbarata Fransayê re pêkanî. Disa ew lîsteya siyasetmedarên Kurd ya li Almanyayê di çapemeniyê de hat weşandin û li ser wê ew mijara qaşo di navbera Almanya û Tirkiyê de bû pirsgirêk. Vê mijara birêkxistna istixbaratî ya bê agahiya dewleta têkildar nîşan dide. Hima bigire hemû dewlet, berê hin kesan bi her awayî di warê îstixbaratî de bikartîne, dema deşîfre bûn, yan jî gîhîştin pîleya bikanin zirar bidin dewletê, wan kesan ji holê radikin, bi dizî yan jî bi aşîkarî dikujin. Mînak: Yêşîlê demeke dirêj li dij Kurdan û tevgerê Kurdan hate bikaranîn, bi carê ve ji holê hate rakirin. Bê wî çend kes hatine kuştin jî nayê zanîn. Her wisa serokwezîr, serokên dewletan, yên li dij giyana wan dewletan gavan bavêjin jî di demeke lêhatî de bi awayê kujêrên wan nediyar ji holê radikin. Mînak J. Kennedî, Turgut Ozal, General Bîtlis û hîn yên din. Mijara Cemal Qaşiqçî jî gelek zelal e. Ji nasnameya wî ya rojnamegerî bêtir, nasnameyeke wî ya nepenî heye. Wî demekê ji hêzên îstixbaratî yên Saudî re şêwirmendî kiriye. Di têkiliyên bi Talîbanan re bi navê DYA yê roleke mezin lîstiye, dema dagirkirina Efrînê de piştgiriya Tirkiyê kir, têkiliyê wî û Yasîn Akaya yê AKP yî, destgirtiya wî ya Tirk ya tarî û bêdengiya wê, tev de bi guman in. Ji bo çi Tirkiye hilbijart? Çima dewlete Tirk ji Saudî 30 milyar dolar xwast (li gor çapemeniyê)? Ev tev de têkiliyên tarî li ber çavan radixîne. Wek encam, divîbû ew ji holê raba, lê bi rabûnê biba mijara şantaj û xugî standinê. Wer xuyaye, qirêjî li Tirkiyê û bi destê vê serkariyê tê paqijkirin. Dewletên bi hêz her hewl didin ku hem îstîxbarata dewletên din bigirin bin kontrolê û hem jî wan dewletan li gor berjewendiyên xwe têkin nava tevgerê. Mînak Amêrîka bi rêya CIA û komên bi vê saziya îstixbaratî ve giredayî cihanê li gor berjewendiyê xwe dizayn dike. Ji mijara Bin Ladin bigire, hetanî diçe digîhîje Baxdadî û Rûsyayê. Vê bi zelalî li ber çavan radixîne. Dewlete Tirk a di nava dewletên xwedan azmûnên bi sedan salan in de hêzên xwe yên îstixbaratî bi cih kiriye, di vî warî de gelek kone û hosta ye. Ji wê jî di bin kontrolê de girtina hêzên başûr ji bo wan ne pirsgirêkek mezin bû. Wan ta di serî de bi rêya îstixbarata xwe têkilî bi hêzên Başûr re danîn. Dema rewşa defakto li Başûr derket, pasaport da rayedarên başûr, li gel we, bi her awayi hewl da ku li wir bi cih bibin û pêşî li pêşketinên dikanîn hêz bide kurdên Bakur bigirin. Bi taybetî jî di bin navê perwerda ewlekariyê de dest avêt hêzên îstixbaratî yên Hewlêrê. Ta niha gelek bûyarên vê piştrast dikin rû dan. Ew pirsên li Başûr ji girtiyan tên pirsîn, wek pirsên hêzên ewlekariya Tirkiyê ne, bi zelalî vê rastiyê li ber çavan radixîne. Li gel wê her çendî gelek caran nûçeyên ofisên istixbarata Tirk li Başûr hene, endamên îstixbarata Tirkiyê xwe di qereqolên rêvebiriya Hewlêrê de vedişêrin derket jî, ti car nehatin derewandin, Yan jî dijê wê nehat îspatkirin. Mixabin ev qirêjiya îstixbaratî wisa di hin saziyên Başûr de dane rûniştin ku êdî wî qeyd û bendî qetandin jî ne hêsan e. Wekî mijara sonda dizan li hev geryaye.