Platforma Hilbijartinê ya Ewrûpayê li ser hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal li ser zor û zehmetiyên dema hilbijartinê hate kişandin û hate gotin ku ji bo HDP cihê xwe li meclîsê bigire, gel bi ruhê seferberiyê xebitî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP’ê ku Kurdistan û Tirkiye mehkûmî rejîmeke tekparêz-faşîst kiriye, bi dîktatoriyeke hov û har, gelan bi rê ve dibe. Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hevserokên HDP’ê, parlamenterên wê, hevşaredar û bi hezaran kedkarên HDP’ê hatine girtin û hate gotin, “Tevî terora tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst, mezinbûna HDP’ê û eniya demokrasiyê nekariye bê astengkirin. Gelên me bi rola hêzên demokrasiyê yên di nava HDP’ê de hesiyan û ji bo HDP’ê bigihîne meclîsê xwe bi rengê seferberiyê dengê xwe dan û îradeya demokrasiyê ya gelan birin meclîsê.”
Cihê xwe bigirin
Platforma Hilbijartinê ya Ewrûpayê da xuyakirin ku di dema pêş de wezîfeyên mezintir dikevin ser milê hêzên aştî, demokrasî û azadiyê û wê bi vê bîr û baweriyê li her cihî têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê, têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin.
Herî dawî bang li her kesî hate kirin ku li dijî faşîzmê cihê xwe di nava eniya demokrasiyê de bigirin.
AMED