Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şert û mercên dewamkirina tecrîdê lawaz bûne û got; “Têkoşîna li dijî tecrîdê û berxwedana ji bo demokrasiyê, ji têkoşîna ji bo azadiya Kurdan cuda nîne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê li ser rastina salvegera komploya 15ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, ji têkoşîna azadiya gelê Kurd cuda nîne. Herweha di daxuyaniyê de tê gotin, “Di sala 2019’an de faşîzma AKP-MHP’ê hat lewazkirin. Mercên domandina tecrîdê hatin lewazkirin. Têkoşîna 2019’an li dijî tecrîdê û berxwedana ji bo demokrasiyê di sala 2020’ê de jî bê kirin wê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bê.”
Roja qirkirina Kurdan e
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya bi wesîleya salvegera 21’ê ya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê weşand wiha ye:
“Rêber Apo 15’ê Sibatê weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ bi nav dike, bi vê yekê dide nîşandan bê ka têkoşîna li dijî komployê çiqasî girîng e. Bi vê têgihiştinê em şehîdên xwe yên bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dijî komploya navneteweyî xelekek ji agir li dorî Rêbertiyê çêkirin bi minet, hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Wan bi şehîdbûna xwe ruhê fedayî yê berxwedanê ya li dijî komploya ku qirkirina Kurdan dikirin hedef, ava kirin. Vî ruhê fedayî kir ku di serî de gerîla, ciwan, jin û hemû gelê me ev bû 21 sal li dijî komplogeran bi hêrs û biryardariyeke mezin li ber xwe didin. Vê berxwedanê hemû armancên komplogeran pûç kir. Ji niha û şûn ve jî wê li dijî komplogeran berxwedan bi israr dewam bike, wê bi teqez komplogeran têk bibin.
Rêberekî îdeolojîk ê cîhanî ye
Çawa ku bi awayekî dîrokî û li gelemperiya cîhanê komploger têk çûn, li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî xistiye pêvajoya têkçûnê. Bi pûçkirina armancên komplogeran tenê nemaye, li Kurdistan û Rojhilata Navîn xeta Rêber Apo bi bandor kiriye. Kiriye ku gelên Rojhilata Navîn Rêber Apo weke Rêberê xwe bibînin. Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hemûyan bûye Rêberê îdeolojîk. Jin bi vê xeta îdeolojîk di sedsala 21’ê de ji niha ve dane nîşandan ku wê bikin sedsala azadiya jinê. Di sala 2019’an de li gelemperiya cîhanê têkoşîna azadiya jinê ya hatî mezinkirina bûye delîlê vê yekê.
Komploger hê jî ditirsin
Girankirina tecrîda 21 sal in li ser Rêber Apo tê domandin, encama tirsa komplogeran a ji xeta siyasî ya Rêber Apo tê. Ji ber ku dijminên demokrasî û azadiyê ne, dîsa dixwazin qira Kurdan bînin, tecrîdê giran dikin. Ji vî aliyê xwe ve têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê ketiye nava hev. Êdî divê têkoşîna li dijî komplogeran, bi vê têkoşîna hişmendiyê bê domandin. Di sala 22’an de bersiva herî baş a ji komplogeran re, xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye ku rakirina tecrîdê dike armanc. Çawa ku demokratîkbûn ji pirsa Kurd cuda nayê nirxandin; têkoşîna li dijî tecrîdê jî ji têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê cuda nîne.
Faşîzma AKP-MHP’ê diheje
Mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê ya di sala 2019’an de hate birêvebirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê gihande asteke girîng. Faşîzma AKP-MHP’ê hate lewazkirin; mercên domandina tecrîdê hat lewazkirin. Eger mîna têkoşîna li dijî tecrîdê û berxwedana ji bo demokrasiyê ya 2019’an di sala 2020’ê de jî bê kirin wê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê bê. Yên ku Tirkiye û Rojhilata Navîn xistin nav şer; êdî şansê wan nîne temenê tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst dirêj bikin û bi hêsanî êrişî têkoşîna azadiya gelan û hêzên demokrasiyê bikin. Mîna dîktatoriyên heta niha hatine dîtin bi zêdekirina zilmê dawiya xwe nêzîk dike. Li ser vî bingehî, li dijî faşîzma AKP-MHP a diheje û ji bo ku li ser lingan bimîne xwe spartiye polîtîkayên şer û zextê, em hemû gelan û hêzên demokrasiyê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê, dîsa demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn vedixwînin mezinkirina têkoşînê.”
NAVENDA NÛÇEYAN