Piştî ku du roj li dibistanê perwerdehî hat dayîn di 28’ê Cotmehê de li ser biryara walîtiya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Dibistan bê destûr hatiye vekirin” hate mohrkirin. Ligel mohrkirinê jî saziyên ji dibistanê berpirsyar û malbatên xwendekaran diyar kirin ku ew ê tu biryarên qedexeyên li ser zimanê kurdî nas nekin.
‘Wê xebatên dibistanê bimeşin’
Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê û endama Egîtîm Senê Mukades Akin anî ziman ku ew wek nişteciheka Nisêbînê bi vekirina dibistana kurdî pir kêfxweş bûn. Akin da zanîn ku ew li hemberî mohrkirina dibistanê matmayî nemane û wiha axivî: “Hewl didin her tiştên me qedexe bikin. Lê mohrkirina dibistanê bêhtir hêza ku em perwerdehiya kurdî bidomînin bi me re çêkir. Çi dibe û li ku derê dibe bila bibe wê zarokên Nisêbînê mafê xwe yê xwezayî û mirovî bi kar bînin û wekî zarokên cîhanê bi zimanê xwe perwerdehî bibin.” Akin destnîşan kir ku raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê jî dizane ku kes nikare zimanê kurdî asteng bike û got ku dê li ser şopa cangoriyan zimanê kurdî xebatên dibistanê bidin meşandin. Akin bal kişand ser qelsiya xwedî derketina gel a dibistanê û wiha pê de çû: “Em gel û malbatên xwe vedixwînin da ku bila bên û ji berê bêhtir hêz bidin dibistana xwe. Bila bên xwedî li dibistana xwe derbikevin. Nisêbîn bi hemû berxwedana xwe keleha zimanê kurdî ye û her çiqas zimanê me qedexe bikin jî ew ê xebatên ziman geştir bibin.”
Dayika xwendekarê bi navê Meşer Kaya, Zehra Kaya jî bilêv kir ku ji bo zarokên wan perwerdehiya bi zimanê xwe zikmakî bibînin tên dibistanê û ev tişt anî ziman: “Heta îro daxwaz û hêviyên me vekirina dibistanê bû, lê roj şûnde girtin. Her çiqas ew vê dibistanê bigirin û mohr jî bikin jî em ê zarokên xwe bişînin û em nahêlin dibistan girtî bimîne. Pêwîst be em ê bi şev û roj nobeta dibistana xwe bigirin û ji êrîşan biparêz in. Heta em sax bin em ê li pey zimanê xwe bin. Ew li vir bigirin jî em ê li deverek din vekin. Ew li wê deverê jî bigirin pêwîst be em ê malên xwe bikin dibistan û zimanê kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”
‘Kes nikare me û zimanê me bindest bike’
Pîrika xwendekarê bi navê Îbrahîm Akkurt, Makbule Akkurt jî diyar kir ku ji bo zarokên wan azadî fêrî zimanê xwe bibin ew tên vê dibistanê û got ku gelê kurd neheqî li zimanê tu kesî nekirine lê îro ew kes tên zordariya li ser zimanê wan dikin. Akkurt da zanîn ku dewlet dixwaze gelê kurd û zimanê kurdî bindest bike û anî ziman ku ew ê li hemberî hemû êrîşan xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin.
MÊRDÎN