Çelîk piştî li Mûşê lîseyê diqedîne li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Stenbolê bicih dibe, di 1979’an de dibistanê diqedîne û vedigere mala xwe. Çelîk ligel ku dizewice ji bilî PKK’ê tu tiştekî nafikire û xebatên rêxistinî dimeşîne. Di jiyana xwe ya sivîl de rastî îşkence û girtinan tê. Di 1990’an biryara tevlîbûna nav PKK’ê digire.
Hevsera wî Nevîn Çelîk, bi van gotinan Çelîk vedibêje; “Kesekî pir alîkar bû. Cara yekem min PKK’ê di 1979’an de ji wî bihist. Piştre ji min re got, ‘Min dibistan bo wê berda ye’ û hatiye Mûşê. Bi sedema PKK’ê ji gelê Mûşê re vebêje hatibû. Yekane fikr û nêrîna wî PKK û Abdullah Ocalan bû. Têkoşîn, ked, şoreşgerî hemû ez jê fêr bûm.
Çelîk da zanîn ku tu tiştekî pêşî li têkoşîn û nêrîna wî negirt û wiha berdewam kir: “Zext, zilm û îşkence lê kirin. Lê wî tu carî serî netewand. Ji bo ku pusulayekê bigihîne cihekî bi hefteyan rê meşiya. Şehadeta Huseyîn Mahîr ez serbilind kirim. Ligel ku bi salane me ew nedîtiye, wekê ku em bi hev re jiyane.”
Apê Çelîk, Talha Demîrel jî got hemû kes heyranê samîmiyet û duristiya Çelîk bû û got: “Piştî dibistan qedand nexwest di saziyek dewletê de bixebite. Demek kurt di şaredariya Mûşê de xebitî. Piştre bi awayekî aktîf tevlî rêxistinê bû. Ji biçûkatiya xwe de tu kes ji hev cuda nedidît û jê hez dikir. Ji 25 saliya xwe heta niha tu kes neket navbera wî û têkoşînê. Piştî Çelîk tevlî PKK’ê bû hemû malbat û gund jî ji têkoşînê dûr neket û ji ber vê jî hemû xaniyên gund hatin şewitandin. Lê hemû jî li pey xeyalên xwe çûn, azadiya gelê Kurd difikirîn. Apê din ê Çelîk Abdulmenaf Çelîk jî got: “Em ji zarokatiyê de bi hev re bûn. Piştî zanîngehê hat gund û zewicî. Sê zarokên wî çêbûn. Leşkerî qedand û em pê hisiyan ku 32 caran rastî îşkenceyê hatiye. Piştî ji girtîgehê derket jî tevlî PKK’ê bû. em bi wî serbilind in.“
MÛŞ