Hevserokên Rêxistinên HDP’ê yên bajaran piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê yekem car civiyan. Civîn bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî pêk hat.
Temellî di destpêka civînê de got, “Ji ber ked û hewldanên we, spasiya we dikim. Spasiya herî mezin jî ji li gelê Kurd ê berxwedêr dikim. “
Temellî bi bîr xist ku hilbijartin di nava Rewşa Awarte de hatiye kirin û tevî ku li Pirsûsê HDP’yî hatin kuştin jî kesek nehatiye binçavkirin.
Temellî diyar kir ku rejîma Erdogan bi bikaranîna xizaniyê li ser desthilatdariyê dimîne û ji niha û pê ve wê hîn bêhtir zordariyê bike. Temellî got, “Ji ber vê yekê HDP wê têkoşîna xwe ya li parlamentê ya li dijî vê rejîma zordar geş bike.”
ANF/ENQERE