Cemîl Bayik peyama sala nû da; wî bal bire ser pîlanên çongpêdanînê yên dewleta Tirk û anî ziman ku faşîzm zora xwe zêde bûye û got, di sala 2020´an de têkoşîn wê bêhtir xurt be, û faşîzm wê bişkê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Stêrk TV re kirî di çarçoveya bûyeran de perspektîfa paşerojê destnîşan kir û em çend par ji axaftinê bi we re parve dikin:
“Dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker, pîlana çokşikandinê danî ber xwe, ev ne beleheqek e. Ji ber ku tevgera gelê Kurd, her ku çû li Rojhilata Navîn mezin bû, bû hêzeke esasî, ji bo gelan bû hêzeke pêşeng û bi gelê Kurd re daxwaza azadiyê, armanca azadiyê her ku çû zêdetir geş bû.
Dixwazin Kurdan ji holê rakin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye dixwazin ji holê rakin. Ji bo vê jî hemû tiştên Tirkiyê xistin ber xizmeta vê planê, da ku bikaribin dawiya Kurdan bînin û qirkirinê temam bikin. Piştî ku plan qebûl kirin, li ser vê esasê dest bi pratîkê kirin, ketin hicûmê. Hicûm jî pêşî li ser Rêber Apo kirin, çikû ku hicûm li ser Rêber Apo dane destpêkirin dikarin vê geş bikin, heke ji vê encam bigirin dikarin encamê bigirin, ku ji vê encamê negirin nikarin vê planê rê ve bibin. Rêber Apo li dijî vê planê rawestiya, pir xurt rawestiya, gel rawestiya, gerîla rawestiya, ji bo vê nikarîbûn vê planê weke ku dixwestin rê ve bibin. Di armanca wan de jî qirkirina Kurdan hebû, qirkirina fizikî, asîmîlasyon, koçberkirin, guhartina demografiyê û hwd. hebû.
Ev 10 sal in îmkanên xwe hemû xebitandin da ku encamê bigirin lê encam negirtin. Tevgera Kurd her ku çû zêdetir meztir bû, dostên wê yên li cîhanê zêdetir bûn. Pirsgirêk bû pirsgirêkek navnetewî û çareserî zêdetir anî rojevê. Ji bo vê jî Tirkiye çi dike bila bike nikare encamê werbigire, her ku bixwazin encamê werbigirin wê zilmê û tundiyê zêdetir bikin û di vê de jî bişikin, dawiya wan şikandine.
Îstixbarata Tirk xwe li Başûr bi rêxistin dike
MÎT li Başûr xwe birêxistin dike û dixwaze Kurdan qir bike. Her ku diçe gerîla û kadroyên pêşeng ên PKK’ê qir dike. Her kes jî vî tiştî dibîne. Ne bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê vî tiştî dikin. Li Silêmanî jî dikin. Ji ber vê jî divê Başûr pêşîyê li rêxistinkirina MÎT’ê bigire. Ev tişt xisareke mezin dide tevgerên Kurd. Sibê wê li Başûr jî dest bi kuştinan bikin. Ne bi tenê endamên PKK’ê, welatparêzên hêja yên ji Başûr jî tên kuştin. Tirkiyeyê heta niha bi dehan kes qetil kir. Heke MÎT endam û kadroyên PKK’ê bikuje, gelo ev tişt çiqasî xizmetê ji gelê Başûr re dike? Li cîhanê kîjan dewlet dixwaze îstîxbaratek li welatê wî xwe bi rêxistin bike û kuştinan bike? Kes rêya vî tiştî venakin, her kes li dijî vî tiştî helwesta xwe diyar dikin. Li Başûr em dibînin ku MÎT li her derê xwe birêxistin dike. Di nav civaka Başûr de gelek kesan ji bo xwe bi rêxistin dike, dixwaze bi wan gerîla bide kuştin.
Faşîzm bi xwe naçe
Çawa ku sala 2019’an bi dijwarî derbas bû îsal jî wê bi dijwar derbas bibe. Dibe ku hîn bi dijwarî derbas bibe. Ev rastiyeke. Ji ber ku faşîzma li Tirkiyeyê her ku diçe ber bi dawiyê ve diçe. Her ku ber bi dawiye ve diçe, zilma xwe, şîdet û komkujiyê xwe zêde dike. Ji ber vê jî li dijî wê jî gelê Kurd, tevgerên sosyalîst ên li dijî faşîzmê, yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin divê têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin ku rojek pêş de netîceyê werbigirin. Eger bi vî rengî nebe ew desthilatdarî bi xwe nakeve.
Li xwe xwedî derkevin
Divê gelê me rêya rehet nede pêş xwe, nebêje zext heye, zilm heye, ez xwe hinekî paşde bikişînim û xwe biparêzim. Na, lazime li xwe û nirxên xwe xwedî derkeve, li dijî zor û zehmetiyê bisekine, li dijî astengiyê bisekine, ku bikaribe têkoşînê bi pêş bixe, dawiya faşîzmê pêk bîne. Bi van hestan ez sala nû li hemû gelê Kurd, li dostên Kurd, li însaniyetê pîroz dikim. Ji bo wan serketinê dixwazim.
ANF/BEHDÎNAN