Komalên Jinên Kurdistanê KJK´ê li dijî êriş û tûndiya li ser jinan pengava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dabû destpêkirin. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişinin ser tundiya li ser jinê, piştgirî dan pêngava KJK´ê. Di pêşengtiya Meclîsa Îştar de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştarê Dîmen Bîlen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hat kirin: “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan! Her kiryar, kuştin, tacîz û tecawuzên li ser jinê pêk tên polîtîkin. Di heman demê de ev kiryarane di kesayeta jinê de li ser dîrok, civak û hebûna mirovahiyê tên kirin di kesayeta jinê de civak û hafizayeke mirovahiyê tê qirkirin. Pergala baviksalarî ku xwe li ser kolekirina jin û bin xistina çanda jin-dayîkê daye avakirin, ji bo bi serxistina pergala xwe di her alî de êrişî; nirx, ked, berhem, dîrok û çanda dayîkê kiriye û bi vî awayî kariye pergala xwe heya roja meya îro bîne.”
Wê sedsala 21’ an bibe sedsala şoreşa jinê
Daxuyanî bi van gotina bi dawî bû;” Bi avabuna Tevgera Azadiya Kurdistanê re ji fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan derbeya mezin li dilê pergala dijminê jinê hatiye xistin. Di ronahiya paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de îro li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê jinên Kurd pêşengiyê ji pergala hevjiyana azad ya jinê re dike. Lewra em jî weke jinên wargeha Şehît Rustem Cudî bi pêngava “Ji bo Guhertin û Azadiyê Tu Jî Rabe Ser Piyan” li hemberî hemû cure tund û tijî, qirkirin û destavêtinên jinan wê tekoşîneke radîkal bidin meşandin û her cure kiryarên li hemberî jinê şermezar dikin û em dibêjin wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jinê û wê jin bi destwerdana li jiyan, civakê mirovahiyê bighîne azadiyê.”
ROJNEWS/MEXMÛR