Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer got, dewleta Tirk dadgeriya Elman bi kar tîne da ku li Elmanyayê jî zext û zilmê li dijî Kurdan bide dewamkirin.
Tahir Koçer got, ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî mezintir bikin di çarçoveya biryarên dadgeriya Belçîka û YE´yê de jî xebateke wan a berfireh dewam dike.
Koçer dibêje, divê Elmanya siyaseta xwe biguhere û ji bo vê jî pêdivî pê heye ku Elmanên demokrat û Kurd hemû zexteke mezin li hikûmeta Elman bikin.
PERVÎN YERLÎKAYA
Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) Tahir Koçer xwest Elmanya sala 2020´an êdî dev ji siyaseta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan berde. Wî bi bîr xist ku dewleta Elman bi hincetên beredayî bi ser komeleyên Kurdan de digire, kitêbên bi Kurdî desteser dike, parvekirinên li ser medya civakî weke sûc qebûl dike û zextê li Elmanên pişgirê Kurdan dike.
Tahir Koçer bi bîr xist ku krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê gelekî kevin e, lê qedexekirinê 26´ê Mijdara 1993´yan dest pê kiriye. Wî got, miletê Kurd jî weke bersiv, xwedî li saziyên xwe derketiye, rêxistina xwe xurt û mezin kiriye. Wî got, “Hingê ser bi FEYKA-Kurdistanê 29 komele hatin girtin. Piştre saziyên nû hatin vekirin û hejmara komeleyên ser bi YEK-KOM´ê jî bû 60.”
Bêhtirî 5 hezar lêpirsînî
Koçer îşaret bi li lîsteya rêxistinên biyanî yên terorê zêdekirina PKK´ê kir û got, pê re elaqedar jî ji ber xala qanûna ceza ya 129b´yê bi dehan siyasetvanên Kurd hatin girtin û cezayên ji 2 salan heta 4 salan li wan hatine birrîn.
Koçer bi bîr xist ku ev doz hîna jî dewam dikin ûagahiyeke balkêş da: ji sala 2004´an heta bi 2019´an bêhtirî 5 hezar lêpirsînan hatine destpêkirin. Yanî saziya ewlekariya dewletê ya Elmanyayê nîvê kar û emelê xwe ji Kurdan re veqetandiye. Di encama lêpirsînan de 250 dozên ji ber xala 129b´yê hatine vekirin. Cezayên giran jî ji sala 1992´yan ve li bêhtirî 100 kesî hatine birrîn bi îdîaya rêvebeirya PKK´ê. Li gorî Koçer armanc ew e ku miletê Kurd ji kesên dikarin pêşengiyê bikin qut bike.
Tirs û xweranegirtina ji Ocalan
Tahir Koçer bi bîr xist ku van salên dawiyê polîsê Elman xasma Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye armanca êrişan yan jî sedema êrişan û tirs û xweranegirtina xwe her nîşan daye. Weke mînak jî Tahir Koçer îşaret bi biryara qedexekirina sembolên Kurdan a bi destê wezareta karê hundir a Elman a Adara 2017´an kir.
Tahir Koçer got, di dema dagirkeriy Efrînê de jî dewleta Elman xwepêşandan beriya ku bibin qedexekirine û got, heta bi siyasetvanên FDP´ê jî nerazîbûn nîşanî vê yekê dane û gotine, ev Destûra Bingehîn a Elman binpê dike.
Koçer got, sala 2019´an jî serdegirtina komeleyên kurd dewam kiriye, û bi ser komeleyên Giessen, Rüsselsheim û Mainzê û malên Kurdistaniyan de hatiye girtin, 27´ê Mijdarê polîsan li Heilbronê avêtiye ser mala hevserokê Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) Sait Ozturk û rêveberên NCDK´ya Heilbronê.
Dadgeriya Elman dikin amûr
hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer got, ev êriş û krîmînalîzasyon li dijî dostên Kurdan jî hebûye û mînaka herî dawî jî da: “Herî dawî çendekê beriya niha li Hamburgê polîsan bi ser mala nivîskar Anja Flach de girt. hinceta wan jî parvekirina wêneyê şervanê HPG´ê yê Elman ê şehîdbûyî Jakob Riemer bû.”
Ev êriş û krîmînalîzasyon xwe di şexsê 5 dozên li dijî wî de jî dide der. bi ser halan de ji bo doz û daweyên Tirkiyeyê jî dadgeriya Elman li gorî Koçer kirine amûrek. Koçer ev bang li rayedarên Elman kir: “Nabe ku dadgeriya Elman xizmeta Erdogan bike.”
Tahir Koçer biryarên dadgehên Belçîka û Dîwana edaletê ya Ewrûpayî bi bîr xist û got, “Ev biryar ji bo ku yek bi yek li welatan, ji bo ku hiqûqa Kurdan asteng dike ya li dijî PKK´ê ji holê rabe mînak in. Di vî warî de xebateke berfireh a hiqûqî dimeşe.”
Tahir Koçer got, bio têkoşîna hiqûqî wan kariye li Elmanyayê gelek biryarên qedexekirina çalakiyan û Newrozê bidin betalkirin û ew, tevî hiqûqnasan wê têkoşîna hiqûqî xurttir bikin.
Divê siyaseta Kurd a Elmanyayê biguhere
Tahir Koçer gdi dawiyê de got, şert e siyaseta Kurd a dewleta Elman geekî biguhere: “Siyaseta Kurd a Elmanyayê weke ya dewleta Tirk e. Divê Elmanya întegrasyona Kurdên li welatê xwe jî li ber çavan bigire û demildest dev ji siyaseta xwe ya hayî berde. Ji bo çareseriya aştiyana ya pirsgirêka Kurd divê gavên darîçav bên avêtin.
Elmanya divê firotina sîlehan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî rawestîne, heta bikaranîna sîlehên wê dayî Tirkiyeyê tavilê qedexe bike. Wiha xuya ye ku divê em zexteke mezin li hikûmeta Elman bikin da ku dewleta Elman dev ji zexta li dijî miletê Kurd berde. Ev hem karê demokratên Elman e û hem jî yê me hemûyan e.”