Raya giştî ya cihanê ji nêz ve şoreşa Rojava dişopîne. Ji her çar aliyên cihanê gelek kes tevli refên YPG'ê dibin û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Piştî berxwedana dîrokî ya Kobanê ji gelek welatên Ewropa û cihanê gelek kes tevli refên YPG' YPJ'ê bûn. Ji van hin kes di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ji van şervanên enternasyonalîst yek jê jî Keith Coings (Kemal Ararat) ê ku bi eslê xwe Amerîkayî ye. Coîngs ku di operasyona rizgarkirina Girê Spî de şer kir nîha ji xwe re li kuçeyên bajar digere.
'YPG-YPJ ji bo mirovan têdikoşe'
Coîngs piştî êrîşa El- Qaideyê ya 11'ê Îlonê bi dildarî tev li artêşa Amerîka dibe. Demekê li Iraqê şer dike û li Başûrê Kurdistanê dimîne. Coîngs li vê derê Kurdan ji nêz ve nas dike. Coîngs diyar kir ku piştî ku jê re behsa Komkujiya Helebçe û Enfalê tê kirin komkujî pir tesîr lê dike.
Coîngs got ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrişî Kurdan kirin Kurdan bi qehremanî li ber xwe da, ew jî ji bo piştgiriyê tev li YPG'ê bûye û wiha axivî: “Çete lê nanêrin ku ji kîjan neteweyî ye. Ne muhîm e ku mirov ji kîjan gelî ye. A muhîm ew e ku YPG ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşe. YPG'ê bi berxwedana bala hemû cîhanê kişand ser xwe."
Hînî Kurdî dibe
Coîngs da zanîn ku tu zehmetiyê nakişîne û hêdî hêdî Kurdî jî hîn dibe wiha pê de çû: "Ez dikarim bibêjim ku wextê min ê herî xweş di eniyên şer de derbas dibe. Ewil min hinekî zehmetî kişand ji ber ku ez ji navenda esas a kapîtalîzmê hatim û ketim nav jiyana komunal. Lê paşê min ferq kir ku her kes li vê derê wekhev e. Piştî ku Rovaja azad bû dê li dijî pergala kapîtalîst, jiyana komunal wê li vê derê bê jiyîn."
Coîngs destnîşan kir ku ji ber di rizgarkirina cihêkî stratejîk ê wek Girê Spî de cih girtiye bextewar e û wiha axivî: "Girê Spî hat azadkirin êdî Tirkiye bi rehetî nikare alîkariya lojîstîk bide çeteyan. Ji wê jî girîngtir ew e ku Kantona Cizîrê û Kobanê gihîştin hevdu. Heya ku çeteyek hebe em têbikoşin. YPG/YPJ dê dawî li wan van çeteyên neyarê mirovahiyê bînin. Em ê hêzên komploger ên ku destekê didin van çeteyan ji Kurdistanê xelas bikin." Coîngs nirxandinên xwe bi dirûşmên "Bijî Rojava, Bijî Kurdistan û Bijî Serok Apo" bi dawî kir.
HAYRÎ DEMÎR/MEHMET SIDDIK DAMAR/DIHA/GIRÊ SPÎ