Jina Kurd bi têkoşîna xwe him rolê xwe yê civakî û him jî feraset û şêwaza jiyana civakî diguherîne. Îro di her pêşketina civaka Kurd de mohra jinê lê heye. Him li hember êrîş û bandorên ji derve yên ji dewlet û hêzên serdest tên li ber xwe didin him jî bi feraset û têkîliyên kevneperest ên ku wekheviya civakî dikujin re şer dikin, li hember têdikoşin û li ber xwe didin. Bi deng û rengê xwe jiyanê bi hiş û hestên wekhevî, aştî, aramî, wijdanî û evînî dixemilînin...
Belkî heta îro jinedîtinê ve dihat, lê bi berxwedana Kobanê re hemû xelk û mirovahî bi qehremanî, wêrekî, bawerî û girêdayîna bi wekhevî û azadiyê ya jina Kurd hesiya. Çapemeniya cîhanî ev bi mehan e ku bi awayekî şaşbûyî bahsa têkoşîna bêhempa a jinên Kurd a li hemberî kevneperestî û hovîtiya ku li serê xelkan giştan hatiye belakirin, radixe ber çavên xelk û alemê...
Jina Kurd li hember kujeriya mêrîtiya zordest hêviya jînê diyarî gelên cîhanê dike. Di dîmenên çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de derketin holê, hêvîbûn û hêvîdayîna têkoşîna jina Kurd pirr aşkereyî raxist ber çavan. Ji ber şer, pevçûn û kirinên rejîmên zordest, mirovahiya ku hêviya xwe ji siberojeke aram û azad qut kirî re têkoşîna jina Kurd ji nûve bû wek çirayekê. Slogana ‘jin, jiyan, azadî’ êdî ne tenê xelkî Kurd, xelkên cîhanê gişt xiste bin bandora xwe.
Li Rojava bi avakirina sîstema kantonan re jinên Asûrî, Ermenî û Ereb jî tevlî kar û xebata rêxistina xweseriya demokratîk dibin. Ew jî bi parîhevkirina tecrûbeyên jinên Kurd re digihîjin tama jiyana nû. Ne tenê li Rojava û li Başûr, jinên Kurd niha jî hewldidin ev tecrûbeyên ku di nava şerê mayîn û nemanê de bi dest xistin li Ewropa bi jinên Ewropî û cîhanî re jî parîhev bikin.
Bona vê yekê çend roj berê gaveke dîrokî hat avêtin; di 1’ê Mijdarê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJKE) hat damezrandin. Di danezana encamê ya kongreya damezrandinê ya TJKE’yê de tê aşkerekirin ku; “TJKE wê ked û xeta azadiya jinê ya rêxistinbûyîna destpêkê ya jinên Kurd a li Ewropayê YJWK û nirxên femînîst ên cîhanê weke mîrateya xwe qebûl dike û destnîşan dikin ku ew ê li ser van nirxan bi biryardarî jiyana azad a rizgariya jinê ava bikin û di nava civakê de van nirxan temsîl bikin..”
Herwiha ji niqaşên di kongreyê de hatine kirin mirov wer fam dike ku TJKE’yê hedefên mezin daniye pêşiya xwe: “Weke model; komîn, kooperatîf, ocax û meclîsên jinan, kongre, konferans û civatên giştî yên jinan, akademiyên jinan ên azad, navendên jinan û weqfan li qada herêmî û navneteweyî li ser bingeha tevneke xweser wê bê rêxistinkirin.”
TJKE wek armanc datîne ber xwe ku wê rêxistinîbûn û xebata xwe bi feraseta wekhevî, demokrasî û azadiyê pêk bîne. Wê hiş û bîrdoziya jina azad û bi jina azad re azadkirina tevahiya civakê, ji herêmê ber bi gerdûnê ve belav bike: “Modelekî civakî yê ku civak pê rêxistinbûyîna xwe ya polîtîk û exlaqî bi awayekî azad ava dike, wekhevî û azadiya civakî lê pêkan e, destnîşan dike. Di vê modelê de ya esasî jina azad û civaka demokratîk e. Jin bi vê modelê re dikare rêxistinbûyîna xwe ya xweser a li qadên siyasî, civakî, çandî, aborî, hiqûqî, ekolojîk, etîk, estetîk û dîplomasiyê xurt ava bike û saziyên xwe mayînde bike...”
Kurd têkoşîna parastina hebûn û hemû nirxên mirovahî didin, jinên Kurd jî bi tevlîbûnü xwe ya bêhempa ya vê têkoşînê re li hemberî hemû zordestî û kevneperestiyê, ji tevahiya mirovahiyê re dibe pêşeng, hêvî û deng. Him li hember zordestan li ber xwe didin, him civakê ji hemû qilêr û gemara ji sedan salan vir de li ser wan hatiye reşandin rizgar dikin û him jî civakê û jiyanê bi rengên însanî û wijdanî dixemilînin...