Li aliyê din karkerên Tekstîla Hey ku 3 meh meaşê xwe negirtine 65 rojin di çalakiyê dene. Li navçeya Çerkezkoyê jî ji sedî 75 karkerên li tekstîla Trexta Tr de dixebitin jî jin in û çalakiya wan a ji 15'ê sibatê de dest pê kiriye didome.
Serokê Şaxa hêjmar 2 Tez-Koop Îş'ê ya Enqereyê Mustafa Barin, anî ziman ku bi hezaran karkerên ku mafê wan tê binpêkirin û li mafê xwe digerin ji kar tên avêtin. Barin, ani ziman ku endamên wan ên mafê wan hatiye binpêkirin 53 rojin li pêş Cansel Malatyali ya ÎMO'ê dest bi çalakiyê kirine. Barin, anî ziman ku ji ber betalî zêde dibe û hêjmara karkerên betal zêde dibe batron her tim kakeran mohtacî xwe dibîne û bi hêzanî karkeran ji kar derdixe. Dibêjin "Ji xwe betalî pir zêde ye û ez dê karkeran bibînin" mafê kerkeran binpê dike.
196 karkerên ku di 23'ê Sibatê de li Nexweşxaneya Çapa û Cerrahpaşayê yên Zanîngeha Stenbolê ji kar hatin avêtin û dest bi çalakiyê kirin, 51 rojin di çalakiyê dene. Karkerên ku di pêşengeya Taş-İş Derê de çalakiyê dimeşînin nûnerên İTO, Dev Saglık-Îş, SES û Tez Koop-İş'ê piştgiriyê didin.
Li aliyêdin li navçeya Halkali ya Stenbolê 420 karkerên Hey Tekstilê ku di 12'ê sibatê de li ber fabrîqeyê dest bi kar kiribûn 3 mehin meaşê xwe nestendine û çalakiya wan di roja 65'an de berdewam dike.
Karkerên Limanê 264 rojin didome
Endamên Liman-Îşê yên Mêrsînê Ugur-San, di 27'ê adardê de sendîkaya Liman-Îşê ya Mêrsînê dagir kir. Karkerên ku 260 rojan li ber deriyê liman A'yê kon vedan û çalakî pêk anîn ji ber ku endamên sendîkayê bûn 8 meh berê ji kar hatin derxistin. 250 rojin li gel hemû sozên hatine dayîn hêj mafê xwe negirtine.
35 rojin di çalakiyê dene
Li Çakmakli ya Esenyurtê jî karkerên metal û plastik ên fabrîqeya MEPA'yê ji ber ku bûn endamên sendikayê 3 karker di 8'ê adarê de ji kar hatin avêtin. 3 karker 35 rojin di çalakiyê dene.
Li herêma Saniyaya Organîze ya Hacı Sabanci ya Edeneyê jî 70 karkerên fabrîqeya Amylum Nişastayê û endamên sendîkaya Tek Gida-Îşê dest bi çalakiya girevê kirin.
Li aliyê din 20 karkerên Trexta 57 rojin di çalakiyê dene. Karkerên ketine çalakyê ji sedî 75 jin in. 600 karkerên ku di şîrtketên wekî Nokia, Blackberry, Canon û ÎPhone de dixebitin diyar dikin ku ji ber li mafê xwe digerin rastî gefan tên û pir zêde dixebitin û keda wan tê binpêkirin.
54 karkerên Billur Tuz ê ji ber ku mafê wan hate binpêkirin ji 2'ê çile heta niha li ber kargeriyê çalakiya xwe berdewam dikin. Karkerên Elsin Tekstilê jî ji ber ku karê xwe nagirin ji 29'ê adarê heta niha dest ji kar berdane.
645 karkerên fabrîqeya Spica û Arslanlı Tekstilê yên Hadimkoya Esenyûrtê jî bêyî ku karê xwe bigirin ji kar hatin avêtin. Li Herema Sanayiya Organîzeyê karkerên tekstîla Şireci dest ji kar berdan.
Karkerên Polyplex Europa yên li Herêma Serbest a Çorlu Avrupayê ku ji kar hatibûn avêtin doz vekirin û doz qezenç kirin. Li aliyê din jî karkerên Belde A.Ş.'ê li Enqereyê dest ji kar berdan.
DÎHA/ENQERE