Dewletên serdest ên rojavayî heman taktîkê bikartînin. Sînoran datînin, dewletan avadikin, jê re rêveberên dîktator tayin dikin, hemû zilma van dîktatoran bêyî hestên însanî temaşe dikin û paşê wexta ku xelk li hemberî zilmê sêrî radike, ew dîsa derkikevin holê. Dîktatorekî datînin û yekî nû li şûnê didin rûniştandin. Him xelkan dixin bin zilmê him jî piştî ewqas zilma ku wan bi xwe li serê xelkê kire bela, xwe wek xelasker nîşan didin. Dipên ku xelk û alem tim û tim bi awayekî bêîrade li ber destê wan mêzeke û muhtacî wan be...
Ev dused sal e Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên Ewropî li Rojhilata Navîn in û ji ber polîtîkayên wan ev dused sal e li herêmê şer heye û xelkên herêmî ketine qirika hevdû û hevdu qirdikin.
Îro li hemberî êrîş û komkujiyên Dewleta Iraq-Şamê (DAÎŞ) jî heman lîstik tê lîstin. Ê ku DAÎŞ’ê li serê Kurdan û xelkên herêmî kire bela jî ew in û qaşo qehremanên ku niha xelkan ji wan diparêzin jî dîsa ew in(!)
Amerîka û dewletên Ewropî ji bo bidestxistina kontrola rewşa siyasî ya herêmê, dest bi mûdaxeleyê kirin. Amerîka li ser komên DAÎŞ’ê çend bombe barandin û dewletên Ewropî jî li pey hevdu bahsa şandina çekên giran ji Kurdistanê re kirin...
Bi teqandina çend bombeyên Amerîkî re tevahiya berxwedana Kurdan; a YPG, HPG, Yekîneyên Parastina Şengalê û pêşmergeyan a bêhempa ji nişkave hat jibîrkirin. Ewqas şêhîd, ewqas keç û jinên Kurd ên ku hatine revandin û li ku ne nediyar e ji nişkave hat ji bîrkirin. Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî yên ku xwe spartine çiyayê Şengalê; birçî û nexweş, bi sedan zarok û kalên ku ji ber birçîtiyê canê xwe ji dest dan hat jibîrkirin. Di bin ambargoya hemû dewletan de fedekariya Kurdên Rojava û xwedîderketina li Kurdên Êzîdî gişt ji nişkave hat jibîrkirin û niha Amerîka û dewletên Ewropî wek ‘qehremanên’ rizgarkerê Kurd û Kurdistanê tên pêşkêşkirin û peşwazîkirin!..
Niha em bigirîn an bikenin!..
Hinek Kurd li hember vê yekê li çepikan didin û Amerîkayê, ‘Serok’ Obama û dewletên Ewropî yek bi yek bi dil û coş pîroz dikin. Çi heyf û çi şerm e!..
Halbûkî Serokê DYA’yê Barack Obama bi xwe armanca bombekirina çend sengerên DAÎŞ’ê aşkere kirîbû ku eger hêzên Kurd ên Başûrî û hêzên din ên Iraqî bona hikûmetekî Iraqî werin cem hev, ewê li hember êrîşan bikevin nava hewldanê. Û gotibû armanca wan tenê parastina berjewendiyên Amerîkayê ye...
Dinya alem bahsa berxwedana Kurdan a bêhempa ya dîrokî dike, lê hinek Kurd û qaşo çapemeniya Kurdî pesna rizgarkeriya Amerîkayê dikin! Diqîrin û dibêjin “Amerîka me rizgar dike!”
Gelo ev çi zihniyet e?..
Ev ne zihniyeta Kurdên azad û Kurdewarî ye, beroavajî zihniyeta koletiyê, zihniyeta kesên bi xwe ne bawer e! Ev zihniyeta kesên ku bi bîhistina hatina çeteyên DAÎŞ’ê re bêyî gule teqandinê reviyane û bi dehhezaran însanên me bi hovîtiya DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştin e. Bi rastî ev zihniyet ne layiqî xelkê me yê ku îro destana azadiyê dinivîse ye...
Tu dewletên serdest heta îro tu azadî pêşkêşî Kurdan nekirine û Kurdan xeynî zilm û wehşetê ji wan tu xêr nedîtiye. Bombeyên Amerîka û çekên Ewropiyan jî manîpûlasyon û dubarekirina çîroka koletiyê ye. Ji xwe yên DAÎŞ li serê Kurdan kirine bela û pêşiya wan vekirî ew û hevkarên wan ên herêmî bi xwe ne!..
Eger dîroka Kurdan a ji 15’ê Tebax a 1984’an heta niha li ber çavan re bê derbaskirin; wê çaxê wê pirr zelal were dîtin; ka rizgariya Kurd û Kurdistanê çawa pêk tê û Kurd li her çar parçeyên welêt çawa bûne wek xelkekî serbilind!...