Semra Bozan Elî (Dilbirîn Kobanê) sala 1999’an li gundê Cirn ê dikeve rojavayê Kobanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî heta pola 6’an xwendiye. Ji ber  nêzîkatiyên malbatê yên li dijî xwendina jinan, neçar dimînê ku dest ji dibistanê berde. Piştî ku dest ji dibistanê berda, dema xwe hemû li cem dayîka xwe di karên malbatê de derbas kiriye. Di sala 2012’an diçe bajarê Reqeyê û demekê li cem dapîra xwe dimîne.

Bi destpêkirina şoreşa gel li bajarên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê re, li Reqeyê şer diqewime û gelek welatî neçar dimînin ku ji bajêr derkevin. Semra Bozan Elî jî, wekî herkesî neçar dimîne ku berê xwe bide Kobanê.


Wekî hewiya sêyemîn hate zewicandin

Li Kobanê piştî demeke kurt, ango di sala 2013’an de malbata wê Semra di temenê 14 saliyê de dide mêrekî 70 salî û xwedî sê jin e. Semra ku bi darê zorê hate zewicandin, hertim ji hevserê xwe yê di temenê bapîrê xwe de lêdan xwariye. Ji ber vê rewşa xedar, jiyan  li ber çavên Semra reş bûye û ketiye nava lêgerînê. Semra ev lêgerîna xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku ez zewicîm tu girêdana min bi jiyanê re nema. Zilamê min hertim li min dixist û mîna ez di zîndanekê de bijîm nefes li min qut bûbû. Êdî min nizanîbû ez bikenim, hertim girî, rondik û xemgînî para min bû. Ez gelek caran li mirinê fikirîm, lê belê mirin jî bi destê min nediket.”


YPJ bû deriyê rizgariyê

Semra nêzî salek û nîvê li hemberî vê jiyana bi êşkence tehemûl kiriye, nexasim di encama lêgerîna xwe de riya rizgariyê peyda kiriye. Semra di encama lêgerînên xwe de gelekî di bin bandora berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de dimîne. Lewre rêya rizgariyê jî di vir de dîtiye. Semra ku ji ber êrîşên çeteyan ew jî bi malbata xwe re çûbû Bakurê Kurdistanê, piştî rizgarkirina Kobanê, di Newroza 2015’an de vegeriyaye Kobanê û tevlî nav refên YPJ’ê bûye. Semra ku navê Dilbirîn Kobanê li xwe kiriye, tevlîbûna YPJ’ê wekî hêviya xwe ya jiyanê bi nav dike.


‘Ji nû ve dayîk bû’

Dilbirîn Kobanê piştî ku tevlî YPJ’ê bûye tevlî perwerdeyê bûye û moralek mezin girtiye. Vê rewşa xwe jî bi van gotinan tîne ziman: “Piştî ku ez tevlî YPJ’ê bûm min moral girt. Li vê derê hevaltî û nirxdayîna hevûdin heye. Weke ku ez ji bîreke kûr derketime, derûniya  min rehet bûye û ez bi coş tevlî jiyanê dibim.”


ALJÎN HEMO/ANHA/KOBANÊ