Tove Skutnabb-Kangas pêşî behsa kuştina zimên kir, paşê lê hayil bû ku ya diqewime ji kuştina zimanekî û wê de di çarçoveya huqûqa navneteweyî de qirrkirinek e. Bi vê tesbîtê re piştî peyva Linguîsîd (bi maneya qirrkirina zimanî), wê li gorî Konvensiyona Qirrkirinê yekser ew weke qirrkirin bi nav kir.
LUQMAN GULDIVÊ
Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî îro ye; mirov dikare bi vê rasthatinê serê xwe bêhtir bi vê mijarê biêşîne. 21’ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve sala 1999’an weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin û hersal jî mijareke wê ya sereke heye. Ya îsal di çarçoveya Sala Navneteweyî ya Zimanên Miletên Xwecihê 2019 (IYIL19) de bi mijara “Zimanên miletên xwecihê girîng in ji bipêşketin, avakirina aştiyê û lihevkirinê”. Xweziya me îro bikariya behsa avakirina aştiyê bikira û tê de rola zimanê dayikê, perwerdekirina wî û di nava sîstema perwerdeyê bicihkirina wî. Lewma em behsa zimanekî din ku axaftvanên wî ne kêm in lê gelek in. Zimanê Kurdî tevî zaravayên xwe yek ji zimanên ku mirov herî zêde pê dipeyivin e li cihanê. Lewra mirov texmîna herî kêm jî weke rastî qebûl bike, Kurdî di warê hejmara axaftvanên xwe de dibe zimanê çilemîn ê cihanê (Hassanpour 2000: 33). Texmînên der barê hejmara Kurdan de îro di navbera sîh û pêncîh milyonî de diguherin. Kurdî yek ji zimanên Hindo-Ewrûpî ye (kom û malbata herî mezin a zimanan li dinyayê), di nava vê komê de Kurdî bi şaxê Îndo-Arî dadikeve, di nava wê komê de jî xwe bi şaxê Arî berdide, di nava zimanê Arî (Îranî) de yek ji zimanên rojava ye, û weke zimanê sereke yê zimanê Arî yên Bakurrojava tê qebûlkirin. Ji bilî erdên Kurdistanê, Kurdî (nexasim Kurmancî) li derveyî Kurdistanê ji aliyê milyonan kesî ve tê axaftin, li Xorasanê, li Anatolyaya navîn û heta herêma Derya Reş komên mezin ên Kurdîaxêv bi sedan salan bi cih bûne û zimanê xwe paraztine (Binêre li Nexşe B1). Kurdî di warê zarava û devokan de yek ji zimanên herî dewlemend ê cîhanê ye ku pirrengî û pirrdengiya xwe paraztiye. Zaravayê herî belav di nava Kurdan de Kurmancî ye ku li gorî texmînan ji sedî 60ê Kurdan pê diaxivin, paşê jî Kurdî (îro bêhtir bi navê Soranî tê nasîn, navê Kurmanciya jêrîn jî her diçe bêhtir tê bikaranîn) ji aliyê qederê ji sedî bîstûpêncê Kurdan vê tê bikaranîn, şêwezara (nîqaş li ser vê yekê hene gelo divê mirov behsa zimanên Kurdî bike, yan zaravayên/şêwezarên wê) din a xwedî hejmareke pirr girîng a axaftvanan jî Kirmanckî û Goranî ye. Axaftvanên Kurdî yên mayîn jî zaravayên başûr ên Kurdî weke zimanê xwe yê dayikê bi kar tînîn.
Zimanê dayikê bextewer dike
Baş e, weke yek ji zimanên herî zêde xwedî axaftvan û yek ji zimanên herî kevnar ên mirovatiyê, rewşa Kurdî çi ye? Ji bo vê yekê em pêşî der heqê girîngiya zimanê Kurdî de kumê xwe deynin ber xwe û biponijin. Girîngiya zimanê dayikê ne tiştek e ku mirov nû pê dihisin. Weke mînak hê di tekstên bi Sanskrîtî nivîsandî yên bi navê Rîg Veda bi xwe de weha dinivîse: Divê mirov ji welatê xwe, çanda xwe û zimanê xwe yê dayikê re rêzê bigire, lewma ew bexteweriyê diyarî mirovan dikin. Belê deqên pîroz ên Hindî, gotina xwe bi hêsanî dibêjin, xwedê dizane, mirovên serdema van deqan qet bîr nedibirin ku zimanê dayikê yên mirovan werin qedexekirin û heta tinekirin. Piştî bi sedsalan pratîka qirrkirina çand û zimanan hê nû ev çend deh sal in ku mirov bi vê rastiyê bi rengekî esasî gihiştine û li tehlûkeya vî aşê asîmîlasyonê serwext dibin. Di çarçoveye têkiliya di navbera qirkirin û tinekirina zimanê zikmakî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje, “civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş xistibe, ew asta xwe ya jiyanê jî ewqasî bi pêş dixe. Dîsa çiqasî di pêvajoya jidestdana zimanê xwe de be, û pê re rûbirû mabe ku bikeve bin serwerî û hegemonyaya zimanên din de, ewqasî bûye mêtingeh, tûşî asîmîlasyonê û dûçarî qirrkirinê hatiye.”
Dibistan şert in
Ji bo çi girîng e mirov vê yekê fêm bike? Lewma heta ku mirov li vê yekê serwext nebin bi hovîtî û xeddariya asîmîlasyonkeran nahise, bi girîngiya tişta ji dest dide û trawmaya wê jî nahise. Beriya deh salekê zimanzanê Emerîkî yê li Elmanyayê dersan dide Geoffrey Haig beriya ku behsa siyasetên li dijî zimanê Kurdî bike digot “ji bo ku zimanek demdirêj zindî bimîne yek ji hêmanên herî diyarker dersdana li dibistanan a bi vî zimanî ye”. Haig ev tesbîta xwe bi armanceke pirr diyar dikir, di roja me ya îro de ku dibistanên dewletê ferz in û di bipêşdebirina hizr û fikrê de bi roleke sereke radibin, mirov nikare zimanekî weke zimanê dayikê li ser xwe bigire û biparêze. Ango heke mirov pêşiyê li perwerdeya bi vî zimanî li dibistanan bigire, mirov bi rengekî xwediyê biryara kuştina vî zimanî ye.
Nebêjin zimanek çawa tê kuştin, lewma ji mirina xwezayî ya zimanan bêhtir ya îro li dinyayê diqewime, kuştina zimanan e. Zanaya sosyo-lînguîstikê ku di çarçoveya huqûqa navneteweyî de li ser mijarê serê xwe pirr diêşîne, Tove Skutnabb-Kangas di çarçoveya nirxandinên xwe yên li ser rewşa zimanê Kurdî de pêşî behsa kuştina zimên kir, paşê lê hayil bû ku ya diqewime ji kuştina zimanekî û wê de di çarçoveya huqûqa navneteweyî de qirrkirinek e. Bi vê tesbîtê re di nava cîhana zanistî de û herweha di nav cihana huqûqê de peyvên Linguîsîd û Genosîda Linguîstîk (herdu jî bi maneya qirrkirina zimanî) pêşî derketin pêş; lê paşê wê berê xwe da Konvensiyona Qirrkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), û bêhtir di cih de dît ku ev yekser weke qirrkirin bê binavkirin.
Qirrkirin e
Li gorî xala disuyê ya konvensiyonê, kirin û muameleyên bi komeke neteweyî, etnîk, nijadî yan jî dînî re yên li jêr qirrkirin in:
a. Kuştina endamên komê;
b. Rêvekirina li ber zerar û ziyanên giran ên fizîkî yan jî derûnî yên li dijî endamên komê;
c. Bi zanîn û qesd ferzkirina şert ûmercên jiyanê li ser komê ku bike ku tinekirina wan a fizîkî bi temamî yan jî qismî biçe serî;
d. Girtina wan tedbîran ku armanca wan ew e ku welidandina zarokan di nava komê de asteng bike;
f. Bi darê zorê rahêjin zarokên wê komê û bixin nava komeke din.
Ji bo ku ev kirinên hanê weke qirrkirin bên nirxandin, divê ew bi qesda tinekirina komê yan jî qismî texrîbkirina wê hatibin kirin. Li gorî konvensiyonê heger ji kirinên li jor ji a´yê heta f´yê yeka tenê jî bi qesda tinekirina temamî yan jî qismî ya komê hatine kirin, hingê ne muhim e ka gelo endamên komê hatine tinekirin yan jî ka çend ji wan hatine tinekirin. Ji bo ku ev sûc karibe bê cezakirin ne lazim e ku qirrker gihiştibe miradê xwe.
Axir gava em berê xwe didinê, binexala b, bi hewldanên asîmîlasyona Kurdî îro jî li Tirkiyeyê û li Efrînê pêk tê û kirde jî dewleta Tirk e. Ango li gorî vê Konvensiyona Qirrkirinê ya NY´yê hîç guman jê nîne ku dewleta Tirk sûcê qirrkirinê biriye serî. Ya li ber me pirsgirêk ew e, ka ev hiqûqa navneteweyî wî çawa li dijî dewleta Tirk karibe bê şixulandin. Tirkiyeyê bi xwe jî ev konvensiyon sala 1950´î îmze kiriye û bi vê jî dikeve ber pêvajoyên wê yên hiqûqî. Wekî din hêjayî bibîrxistinê ye ku ev sûc nakeve ber derbasbûna zêde ya demê di ser sûcî re.
* Ji bo vê nivîsê sûd hat girtin ji gotareke min a 21´ê Sibata 2017´an.
Çima 21´ê Sibatê?
Di 21’ê Sibata sala 1952’yan de li Bengladeşê Tevgera Ziman a Bengalê ku ciwanên xwendekar pêşengiya wê dikir, ji bo ku zimanê wan jî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê li paytexta îro ya Bengladeşê Dakkayê çalakiyek li dar xist. Lê ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve gelek ji wan hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê têkoşîna ziman xurttir bû û di encama têkoşîneke 19 salan de, zimanê Bengalî bû zimanê perwrede û danûstandinê. Bi wê boneyê serxwebûna welatê xwe îlan kirin û zimanê dayikê kirin zimanê fermî.
Tevgera Ziman a Bengladeşê û gelê wê 21’ê Sibatê wek “Roja şehîdên ziman” bi nav kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî di 17’ê Mijdara sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ragihand. Ji hingê ve ev roj ji bo destekkirin û xurtkirina aştî û pirrzimaniyê tê pîrozkirin.