Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê, wekî her Pêncşem, îro jî dewam kir. Malbat îro cara 350’emîn hatin ba hev û diyar kirin, heta ku berpirsyarên qetlîamê werin dadgehkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li gundê Roboskiyê yê ser bi Qilebana Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer, 34 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Lêgerîna edaletê ya malbatan di hefteya xwe ya 350’emîn de ye.

Malbat çûn ser gorên xizmên xwe û dia kirin. Malbatan li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku, “Bi salan e em nobeta edaletê digirin, lê desthilatdarî li daxwazên me guhdarî nake. Ev dosyeya dozê ji binî ve girtin. Têgehên wekî demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û edaletê ji holê rakirin. Lê lêgerîna me ya edaletê wê heta dawiyê bidome.”

Malbatan got, “Em ê rastiyan bibêjin û şaşiyên wan bidin rûyê wan” û diyar kirin, heta ku berpirsyarên qetlîamê werin dadgehkirin, ew ê dev ji daxwazên xwe bernedin.

 

ŞIRNEX