Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber avahiyên CPT û Konseya Ewrûpayê yên li bajarê Fransayê Strasbourgê, di roja xwe ya 52´yan de ye. Doh bi mîtîngeke girseyî bêdengiya CPT´yê hat protestokirin û çalakgeran biryardariya xwe ya dewamkirina çalakiyê heta ji Ocalan xeberekê bigirin jî îfade kir.

Çalakiyê 23´yê Cotmehê bi beşdariya 63 sazî û dezgehan  li ber avahiyên CPT û Konseya Ewrûpayê ji bo misogerkirina ewlehî û tenduristiya Ocalan dest pê kiribû. Polîsê Franayê doh çû cihê çalakiyê û êriş bir ser Kurdan. Kurdan tevî êriş û provokasyonên polîs jî çalakiya xwe dewam kir, bi girseyî meşiyan ber Konseya Ewrûpa û CPT´yê û çalakiya rûniştinê li ber wan li dar xist. Di navê de nûnerên saziyên ji Elmanya, Fransayî jî bi sedan beşdarî çalakiyê bûn. Siyasetvan Hatip Dicle li vir ji çalakgeran re peyivî û got, “Ocalan xeta me ya sor e. Heta ku em xeberekê jê wergirin, çalakiyên me wê dewam bikin, divê her kes bi vê zanibe.”


Meşa ber bi CPT´yê ve

Meşa Kurdistaniyan danê nîvrojê ber bi CPT´yê ve dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan bi meşê çûn ber avahiya CPT´yê li vir çalakiya rûniştinê ya 15 deqîqeyan bi rê ve birin û ji wir jî ber bi avahiya Konseya Ewrûpayê ve meşiyan. Li vir jî mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên di mîtîngê de bal hat kişandinî ser şert û emrcên tecrîdkirina Ocalan û bêdengiya CPT û Konseya Ewrûpayê hat rexnekirin.

Hatip Dicle di axaftina xwe de wiha bang li CPT û Konseya Ewrûpayê kir: “Ez ji rayedarên Konseya Ewrûpa û CPT´yê re dibêjim, heta ku hûn erka xwe bi cih neînin û nûçeyekê negihîninme, ev têkoşîn wê bi dawî nebe. Gelê Kurd wê vê daxwaza xwe ya mafdar îfade bike. Heta bi azadiya gelê Kurd û Ocalan, berdêla wê çi dibe bila bibe, ev têkoşîn wê dewam bike.”

Hevserokên KCDK-E´yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur jî di axaftinên xwe de bang li Kurdistaniyên li Ewrûpa kirin da ku beşdarî çalakiyên ji bo Ocalan bibin. 


ANF/STRASBOURG