Doh Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên HDP’ê yên ji bajarên Behra Reş çûn serdana Leyla Guven.

Endamên Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Amed û Stenbolê çûn serdadna mala wê ya li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê. Dayikên Aştiyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bediya Dûman got, “Leyla îradeya gelekî ye. Li ber mirinê ye. Divê desthilatdarî dawî li vê rewşê bîne. Divê daxwazên Leyla Guven bi cih werin anîn. Daxwazên wê daxwazên normal in, hikumet çima bêdeng e? Zarokên wan jî hene, gelo qet hest bi wan re nîne? Hestên mirovahiyê bi wan re nîne?”

Ji Behra Reş hatin

Endam û rêveberên HDP’ê yên ji bajarên Behra Reş ên wekî Artvîn, Rîze, Trabzon, Samsûn, Sînop, Tokat, Amasya û Zongûldakê li Amedê çûn serdana Leyla Guven. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari jî bi heyetê re çû serdana Guven. Endamê Desteya Rêveber a HDP’ê yê ji Trabzonê Huseyîn Taka piştî serdanê axivî û got ku, “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven meşrû ye û daxwaza wê mafdar e. Daxwaza Guven daxwaza me ye, têkoşîna wê têkoşîna me ye. Beriya ku nûçeyên mirinan ji girtîgehan were, divê dewlet û rayedarên wê çareseriyekê ji vê meseleyê re bibînin.”

 

 AMED